ḧekîmî derdan

nexoşî mirdin
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  350 Dîtin
ḧekîmî derdan ...
şîfa bexşî kûl derdî bê derman
le weqtî ḧałet merezî mewta
bige be hanam kerîmî yekta
penahim be to padşay menan
qetreyê řeḧmet deryay bêpayan
bełkû xelas bîn le hemû derdan
meḧfuzman bikey le selbî îman
dîsan le destî şeytanî le’în
necatim bide padşay mu’în
bełkû derbiçim le dunyay fanî
be îmanewe bo cawîdanî
hem be asanî derbiçê řoḧim
tobe bê xwa tobey nesuḧim
qewman û xoyşan heryek lelaye
şîn û girîn û her waweylaye
minîş hîlakim le taw derdî xom
le îşî nezi’ û ḧałî mergî xom
tikaye ’eşret bo min qet megrî
her kes bo ḧałî mergî xoy bigrî
hemû kes emrê yeqîn û me’lûm
minîş beřêwem ze’îf û mezłûmNasnava edebî