pirsîm le pyawê zor besałaçû

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  357 Dîtin
pirsîm le pyawê zor besałaçû
be çî zor mawî ’umirit dirêj bû
wiłamî damo pîrî xoş zwan
bomî beyan kird be şêwey cwan
be germay hawîn be sermay zistan
têrî û birsyetî lelam bû yeksan
herçît be ser bê to gwê mederê
bûn û nebûnî xoy tê’epeřê
min hîwam waye le lawanî nwê
em witarem baş bigirne gwê
er bitanewê bijîn xoşnûdî
le dił laberin kîne û ḧesûdî
ḧîlmîNasnava edebî emey wit baş gwêt lêgirin
be xoşî ejîn ta wekû emirin