faril ezanî teqdîrî xuda

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  528 Dîtin
faril ezanî teqdîrî xuda
herçî wituwe ebê řû bida
çun benezîre şerîkî nîye
bîrî lê keyto nazanî çîye
bê řeng û bê bo bê mekane ew
hergîz nanwê be řoj û be şew
le kes nebuwe û kesî lê nabê
herçî byewê ebê her wa bê
kê eyzanî to wa eçûyt bo kût
lewêda ebî bo pyawî ling řût
xo ałoşeket hergîz nasrewê
umêdim waye mişterît zor bê
masî umêdit hem řû le toř bê
wa dawa karîn le xway lamekan
xawen hemû erz û asman
necatit bêy bêtewe êre
têr key ew kesey ke be to fêre
le baẍî mîra şewan bikewî
le bin tuwe wur oy da binewî
ḧîlmîNasnava edebî pîr buwe êcgar fewtawe
metreqe zilî hêzî nemawe
des be goçane le ber bê çawî
wa çake îtir nehênî nawî