cigere kêşan sê çakey heye

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  1071 Dîtin
cigere kêşan sê çakey heye
însan pîr naka wasîtey çîye
yekê tirîşyan qet seg naygirê
ewî tirîşyan diz pêy nawêrê
eger pirsyaryan kird çon seg naygirê û diz małî nabřê û pîr nabê dełêm:
nayełê pîr bê be gencî emrê
dayîm nexoşe û ekokê û etřê
hergîz qet nanwê le tawî koke
diz wek cûleke zor tirsinoke
natwanê biřwa hergîz be bê dar
be dar lêy eda boy bê segî har