ela ey eqłî kotayîn heta key mat û damawî

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  1176 Dîtin
ela ey eqłî kotayîn heta key mat û damawî
be qeydî nefsî emmare seraser boçî besrawî
xeyałî hîç û pûçit waye dewłet hem ’enanit bê
ḧîsabêke, ke muḧtacî nesîbî dû geze cawî
mesel dûnyaye seyyad û etoş murẍêkî bêhoşî
muqeyîd be be yek dane heta netxate naw dawî
zemane her wekû qeḧbe hem aẍoşî hezarane
çi sûdêkî heye bo to ke ser danêy le pênawî
mebeste dił be dunya tahîraNasnava edebî bê sûde bo herkes
meḧałe nagîrê bo to gurîz ke, sa le gêjawî