dił nexoşî derdî hîcre canî cananim were

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  6892 Dîtin
dił nexoşî derdî hîcre, canî cananim were
let lete cerg û henawim, mahî tabanim were
’îlletî derd û şefakem wa be lêwî şekkerit
mayeyî jîn û ḧeyatim, derd û dermanim were
sed şukir dûbare cejne, wextî ’eyş û şadîye
bo beła gerdanî bałat, qoçî qurbanim were
diłberey qed ’er’erey bê řeḧmekey bedbextekem
dił řifêney şoxekey bê ’ehd û peymanim were
nazenîney suxme ałey dîde mestey keç kulah
guł’uzarey şox û şengey şahî xûbanim were
xane wêranim le dûrît, řehzenî îman û dił
zînetî bezim û sirûrim, şem’î dîwanim were
çûnke sayey çetrî zułifit dûr le ferqî ferqime
sîne piř xwên û zûxawim, dił perêşanim were
dûr le bałay newnemamit zamî cergim tazeye
wek ’ereb sed car dexîlek, zû be luqmanim were
kes nîye sabit qedem wek min le dawî ’eşqida
bo supahî ẍemzekanit merdî meydanim were
ger depirsî ḧałetî minbo fîraqit pêt biłêm?
her wekû tahîrNasnava edebî hemîşe dîde giryanim were