yaran ferhadim

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  1227 Dîtin
yaran ferhadim ...
canşîn xas qewm ferhadim
ewřo ke ferhad poşan we kefen
erwaş kerd fîday şîrîn ermen
persa yek yek nam, derûn piř derdan
be ḧał eḧwał henase serdan
qeys û weys û min we taqîq xembar
yekser te’dad kerd, ew řuzşimar
wat kê bo layeq pey meqam min?
gum nebo ta ḧeşir sewday nam min
min ker guzîde pey wars wêş
siperdiş we min kałay êş û nêş
şêtî û medhoşî, wêł ser kêwan
’ezab dûrî derd bê derman
bê xurd û xaw bî sewday îştyaq
agir hîcran zûxaw fîraq
nwîsa, ne defter we hûn zaman
yek yek perê min her çî pêş aman
wat, ye sermeşqen pey to bizanî
îsimit meşhûr bo ferhad sanî
yaran ferhad merd, we nakamewe
perê ax û dax, min her mamewe
şerit bo çûn ferhad, çînîy derweder
wêm kem be sergerd xałan diłber
beł wêney ferhad dêwaney xudser
necat bom ce dest çerx bed exter
ye tahîrNasnava edebî waten derûn piř ce xem
zamş ce zamî ferhad nyen kem