dû hewarge

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1539 Dîtin

le hewargey yekemî bernamekemanda deçîne seyrî gułzarêkî bê xezan û baxêkî cwan û řazawe be gułałe û řêḧan; têraw û paraw le serçawey teb’êkî řewan û yan cîhanêkî řûnak û řengîn ke piře le sefa û seyrî kałay piř le nexiş û nîgarî ’îşq û ewîn; parçe honraweyekî tenraw be tanupoy xoşewîstî dû diłdarî nexşîn kiraw be tarî řengawřengî wefadarî, deskirdî zana û hestyarî şîrîn witarî kurd xwalêxoşbû mela meḧmûdî miftî (bêxud).

bêxud lem parçeyeda be diłêkî piř le ah û nałewe meḧřûmî û bêbeşî xoy le dîdarî azîz û nazdarî der’ebřê û be zibanêkî hestyarane û beyanêkî řewanî ’aşiqane le çawgey tebi’ û nirxêkî behêz û nuktesencewe dîmenê le ḧałat û perêşanî û perdeyê le sîney piř le ah û fuẍanî xoy le her sat û katêkî tarîkî û nakamî û nahumêdî le jyanî der’exa, ke çon pejarey diłdarî şewî lê kirduwe be řojî bedbextî û řojî lê kirduwe be şewî řeşî piř le sextî.

le dulber giftugoyêkim nebîst, ey sîne efẍanê
le lêwî pêkenînêkim nedî, ey dîde giryanê
desim nagate şûşey gerdinî mînayî, ey saqî
demim nagate çawî, ey ’ereq xorîne fîncanê
perêşanim, le řûy ew şoxe laço satê ey perçem
diłim beynêke zor tarîke, ey şew mahî tabanê
gehê zamdarî tîẍî naz û xemzem, çarê ey ceřřaḧ
gehê bîmarî çawim, ey ře’îsî sîḧḧe dermanê
be şew şêwawî zułfî ’enberim, îmdadê ey sumbuł
be řoj çewtawî bałay dulberim, ey seru cewlanê
le şewqî mahî řûy ew şoxe tuxuda peřtewê ey řoj
be yadî çakî sîney, ey seḧer sadey girîbanê
betaw hat leşkirî ẍem, sa le xořoyştinê ey dił
minałî zore şarî sîne, ey mecnûn byabanê
zelîlim, bigre destim, kewtûm, sa řeḧmê ey gerdûn
feqîrim, namradim, bê newam ey mun’îm îḧsanê
wekû bêxud lemewla bigre bo xot řêgeyê ey pê
lemewlay xot bwê toş çeşnî ew, ey dest damanê

karwanî ême le gułzarî bê xezanî mamosta bêxudewe berew lûtkey berz û basefay huner û hunerwanî sewzezarî teř û zîndû be şî’re cwanekanî «nalî» - mamostay řasteqîney zanîn û kemał, sertopî nask xeyałan û wêjewananî edeb û hunerî kurdî - weřê dekewê û hewargey dûhemî em bernameye be parçe hełbestêkî bestiraw be řayeł û poy hawrîşmînî wiłat dostî û ewîndarîyewe eřazênînewe.

emcar le gułistanî be ’etir û bon xoşî em hewargeye dawên piř ekeyn le gułałe sûre û hełałe û sunbul û egeřêynewe bo naw hevał û dostekanman.

nalî lem şî’reda sikałay dûrî le mewten û xoşewîstanî řa’egeyenê. be diłêkî piř le soz û gudazewe hezaran axo û pirsyar eka; aya zirûf û mecal heye bo hatnewe naw baweşî şarekey û ’azîzekanî? nahumêd û diłsard ełê biłêy leser zimanan mabim û ya le naw diłanda yad ekirêm? etwanim bêmewe, ya ebê ta ḧeşirim eken, her le dyarî ẍurbetda bijîm?

şerḧî dûrî û sozî bedbextî û derbederî, derdî awareyî û serlêşêwawî, bêbeşî le bizey lêwî xoşewîst û nasyawan, diłî piř hest û naskî ekate aw û be çawya tê’epeřê.

ewend bê humêd û tûřeye, ewende tirsawe û řojanî řeşî dîwe; be «bad» ełê be çipe û nihênî be yarekem, be yare diłřeqekem biłê ke sûdî dûrî min bo ewe û bes.

nalî ke em parçe hełbeste le naxî diłyewe hełqułîwe, be řastî şakarî ewîn û xoşewîstî xułqanduwe; tabloy cwan û nexşîn; yanî em honrawe, peřawî bebayex û benirx le derbiřînî hestî derûn, yanî em parçeye ke her diłêk eka be diłop diłopî aw û be çawa eyhênête xwarewe.

nałey gerûsozî dił, em şî’re berz û berz ekatewe ta eygeyenête gumbedî keywan û sewz û saf le banî ’eřşî şî’rî kurdî edrewşêtewe û tirûske deda.

ca emeş çend şî’rêk le qesîde benawbangekey nalî:

qurbanî tozî řêgetim ey badî xoş mirûr
ey peykî şareza be hemû şarî «şarezûr»
ey lutfeket xefîy û hewaxwah û hemdeme!
wey sirweket beşařetî sergoşeyî ḧuzûr!
gahê debî be rewḧ û dekey baweşênî dił
gahê debî be dem dedemênî demî ẍurûr
sûta řewaqî xaneyî sebirim, dił û derûn
neymawe ẍeyrî goşeyî zîkirêkî ya sebûr
hem hem ’enanî ahim û hem hem rîkabî eşk
řeḧmê bem ah û eşke bike, heste bê qusûr
emca meweste ta degeyye ’eynî «serçinar»
awêke piř le nar û çinar û guł û çinûr
çeşmêke mîslî xor le sed cê, be řoşnî
fewranî nûrî safe leser berdî wek bilûr
ya ’eksî asmane le awêneda kewa
estêrekanî řabkişên wek şehabî nûr
ya çeşmesarî xatrî piř feyz û ’atre
ya awî řoḧbexşe kewa dê le kêwî tûr
daxił mebe be ’enberî sarayî «xak û xoł»
takû nekey be xakî «suleymanî» ya ’ubûr
şarêkî ’edil û le cêgêkî goř û nerim
bo def’î çawezare dełên şarî şarezûr
xakî mîzacî ’enbere, darî řewacî ’ûd
berdî xeřacî gewhere, cobarî ’eynî nûr
şamî hemû nehar û fisûlî hemû behar
tozî hemû ’ebîr û buxarî hemû bixûr
ehlêkî way heye ke hemû ehlî danşin
hem nazmî ’uqûdin û hem nazîrî umûr
seyrê bike le berd û le darî meḧellekan
dewrê bide be pirsiş û teftîş û xwar û jûr
axo derûnî şeq nebuwe «pirdî ser şeqam»?!
pîr û futade ten nebuwe darî «pîrmesûr»?!
«seywan» nezîrî gumbezî keywane sewz û saf
yaxo buwe be da’îreyî encumî qubûr
êsteş mekanî aske, ew «kanî askan»?
yaxo buwe be mel’ebeyî gurg û lûre lûr?
axo derûnî řûne guřey mawe «tanceřo»?
yaxo esîrî xake be lêłî eka ’ubûr?
zarim wekû xîlal û neḧîfim wekû xeyał!
aya dekewme zar û be diłda dekem xutûr?
lem şerḧî derdî ẍurbete, lem sozî hîcrete
dił wexte bê be aw û be çawa bika ’ubûr!
aya mecalî hatne lem beyne bêmewe
ya mesłeḧet teweqqufe ta yewmî nefxî sûr?
ḧałî bike be xufye: ke ey yarî sengidił
«nalî» le şewqî toye denêrê selamî dûr