çawîlke

Li pirtûka:
Naɫey Cudayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  5507 Dîtin
lew demey řa diłim lêy dawe bo jwan
min dêwaney çawî cwanim, çawî cwan
gerçî xełkî wiłatî çaw cwananim
çawî cwanim nedî têr beçawanim
heta law bûm çawî cwanim lê win bû
peçe û řûbend û çarşêwim dujmin bû
êsta pîrim û kewtûmete awîlke
çawî cwanim lê win deka çawîlke