maçî xudayî

Li pirtûka:
Naɫey Cudayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  11419 Dîtin
were yarim, were ey taze yarim!
were estêrekey şewgarî tarim!
were ey şapeřî bałî xeyałim!
were ey şewçiray řûnakî małim!
were xasekewî řam û kewîy min!
were îlhamekey nîwe şewî min!
were oxjinî sîney piř giřî min!
were pîrozekey berze fiřî min!
were awingî ser pelkî gułî sûr!
were awrîngî germ û meşxełî nûr!
were ey řêjne baranî beharî!
were şê’rî teřî piř wirdekarî!
were ey newnemamî baxî jînim!
were ey şagułî mêrgî ewînim!
were karwankujey katî beyanîm!
were bîrewerî û awatî cwanîm!
were ey but hetakû bitperistim!
were memkołeket bigirim le mistim!
were ey «xec», were ey «xatûzîn»m!
were ba bejin û bałaket bibînim!
were ba damrê awat û tasem!
were ba biskeket lada henasem!
were ba hełmijim em lêwe germe!
were ba hełguşim em řane nerme!
were cwanê, were nazit bikêşim!
were wek desteguł datnêm le pêşim!
were ba bes bikem ew bawe bawe!
were ba bên bikem ew biske xawe!
were ba des le bałaket werênim!
were kułmem le kułmey to xişênim!
were sûr be leser wade û bełênî!
were kurd be û meke peyman şikênî!
were gyanim fîday çawî řeşî to!
were ba hest bikem germî leşî to!
were maçim deye maçî xudayî!
ke bêzarim le maçî sînemayî!