cengey ceng

Li pirtûka:
Dwanze Swarey Merîwan
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 6 Xulek  689 Dîtin

carê le başçaweş û supa geřêyn, şwên selîm beg û pênc swarekey řefîqyan kewîn, yekser le beynî kołan û kêwekewe řijane naw supay êranewe herçî pyawî kar’amedî êran bû lew tûřyewe bû. selîm beg way zanî ke têy hełkirdin řewe ber eden û eşkên, bełam wa nebû, carê ew řaste leşkire wek qułaxey masî ser yek nîştibû, barega û qerargayan be’asanî becê nedehêşt, eyanzanî eger řaken xiraptiryan besera dêt, be řastî be lêburdiwane şeřêkî azaneyan kird, bełam ’ezim û řezmî selîm beg lewane nebû bigeřêtewe. aẍay zengene ke nuktebaz û bêxem bû kirdye gałte û witî:

heraye kuřgel! tarîkeşewe
mencełî piław wa le pêşewe

selîm beg bê ixtyar pêkenî û witî:

heraye kuřgel pałewanîne
řê pakewe ken newcewanîne
wa hełmetyan bird yaran be deste
şax û kêw lejêr pêyana peste

legeł emeşda duşmin tewaw seẍłetî kirdibûn û řêy lê bestibûn, çaryan nema kewtine řayełe û be şimşêr pakoyan eda... selîm beg ke le pêşda bebê lêkdanewe duşminî be sûk zanîbû, bê peřwa hełî kutaye nawyan, le sê cêwe birîndar bûbû, serşanî çepî û lay řanî birînekanyan kem bû, bełam qołî řastî gopałêkî tirhimetenî ber kewtibû, ta dehat sard ebuwewe, sa xwawřastan sûke swarê wek şehên ke bikewête naw qaz û qułingewe le beramberyewe derkewt be dû lada swar pyade termînî le xwênî xoy û duşminya sûr buwe çirîkeyekî şehênî kird birîndarî û mandiwêtî û xefetbarî selîm beg nema, tumez eme cwamêr aẍay řengêne bû ke legeł ekirema lew serewe dest eken be diřdan û tê fikirêt ekirem her hewłî eweyetî lecêda bikujrê û kuştarî dyar bê xo em şeřeş şeřî şiłejandin û leşkirşkandne, řawestan kełk nagrê. bang eka ekirem bes bikuje selîm beg le temlukedaye ekirem gwêy nadatê, naçar xoy tîpî leşkir edřê, ewe bû geyye selîm beg. bełam ewîş zor birîndar bû.

«egêřnewe ke duşmin şika û cwamêr aẍa hat beser swaryewe kemê ḧesêtewe tendeyekî bo tê eken ke beser swaryewe bîkêşê, nefesî le tendeke eda û dûkeł le birînyewe dête derê».

kemê hoşî hatewe ber xoy, ewîş dwabedway cwamêr aẍa tawî da, geyşte berewe, zorbey supay êran û cengey leşkiryan be carê wire ber eden ełên le dwawe kesman nemawe ke em swarane geyştine yek naçar ewanîş řû dekene qutey ser kêweke û xeyme û xerga û barega nan û xwanî puxt û temîz becê dêłn cwamêr aẍa be selîm beg dełêt:

selîm min tom xiste em deryay leşkirewewe zor peşîmanim, bełam be kesî tirma řanedî, heta be xoşma. tuxwa řastim pê biłê birînekanit çonin? etirsim zor birîndar bê ax newciwanî û azayetî ẍirûr dênin, to nedebwaye hênde bê peřwa bî û duşmin be sûkî bibînî, swêndim be xwa her dîw dilaweryekim lem orduweda dî xenîmî her dwanze swareke bûn, bełam em şebeyxuneyan be bîra nehatbû, kes neybîstuwe şebeyxun ser le êware, řastyekeyşî emeye ême lêbirdû bûyn, swêndekey ke leser destî mîrî sûr xwardiman êmey şêt kirdibû ser ordûy êran deçûyn, xeyałekeman ’eynî mubalẍey êranyan bû tuxwa lêkî bidenewe dwanze swar û dwanze hezar kes. eme şî’rî şaname nebê çîye?!

pyaw ke nizîk be merg buwewe diłî pak ebê, lexwa pařamewe selîm nekujî, cwamêrî leber geřê, çunke min tom le tehlukeda edî ewîş min hêname pêş to. selîm sê tengeyekî qiř nabêtewe bełam cwamêr zore.

tuxwa selîm çî be biraza... ket biłêm? eker nekewtaye ser sewday řew û be řêkupêkî batayene meydan ême boç tûşî em tehlukeye ehatîn û boçî şêtane xoman exsite naw demî nehengewe? ełên cesaret le şêtîyewe peyda ebê, emřo egerpaşa be syaset îdarey legeł řom û ’ecemda bikirdaye boçî her řoje le layekyanewe leşkirman dehate ser?!

hêşta birînî şeřî wezîrî beẍdadman sařêj nebuwe wa em careş leşim buwe be bêjing, xwa bika selîm selîm bê, selîm beg ełê: cwamêr, kak cwamêr, hêzî ejno û henawî cergim ewe to nît ke ewe biłêy le şeřdayn, bwarey ewem nîye zor bidwêm, bełam ta demirim be dengî eḧmedî birazam dekem ke êmey hênaye ser ew qîney be dwanze swar řûman kirde dwanze hezar kes eme dastanêkenawî kurd zîndû ekatewe, eger řastit ewê ême ememan bo namûs û parêzgarî xakman kirduwe, eger bişmirîn le diłî mîlleta her’ejîn.

em xake ke siruştyan lewewe daykî êmeye û nîştimanmane, eger fîdaryekî bo nekeyn kełkî çîman pêweye?

carê ba hewałêkî paşa û leşkir bizanîn aya başçaweş be xoy û qedareyewe řûy kirdote kwê? bonî piławî sedrî dête lûtim to biłêy xoyan neyanřişitibê çunke bełênman be paşa dawe leser nan û xwanî êran mîwanman bê eger řastit dewê min leser em birîndarye û mandiwêtîyeda eger ew nan û çêştem le dest biçê destim hîç nagrê, diłnyam ke paşa saẍe û agay le şiksitî leşkirî êran heye û başçaweşî be leşkirewe xistote şwênî şiksite tu xwa ba minîş serê le aşpezxanebdem diłim oqre nagrê.

cwamêr aẍa pêkenî û witî: naḧeqyan nîye em xełke pêt ełê çiłêse, bełam be bextim ke zeynîşt heye û be zeynîş babe hełse biřo be lay xot û newsinîtewe min natwanim neçim be pê û şwênî paşawe, wek to diłit bo sedrî nasrewê minîş cergim bo sedrî (singî) kurd aram nagrê înca lêk cya bûnewe, selîm beg bo çêştixane û cwamêr’aẍa bo řetî leşkirî paşay, êmeş ba dûy selîm beg bikewîn.

le şwênêkî penada xêwetî gewrey çwar estunî hełdawe.