bab 21

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  232 Dîtin

1) le paş ewey yesû’ dîsan xoy bo şagirdanî aşkira kird, lekin beḧrî têbrîyay û bew core aşkira kird.

2) şem’ûn pîtros û toma ke dwane bang dekira û netana’îl ewey le qanay celîlî û kuřanî zebdî û dwanî dîke le şagirdanî wî pêkewe bûn.

3) şem’ûn pîtros be wanî gut: «deçim masî bigirim.» be wîyan gut: «emeş degeł eto dêyn.» û weder kewtin û çûne nêw gemê û dew şeweyda hîçyan negirt.

4) emma ke elan sibḧeynê bû, yesû’ leser qeraẍê řawesta, beła şagirdan neyan dezanî ke yesû’ bû.

5) ew demî yesû’ be wanî gut: «ey řołeyne, erê çitêkî xwardinîw heye?» cwabyan be wî da: «nexêr.»

6) û be wanî gut: tořeke lelay řastî gemê bawêjin û peyda deken. dena hawîştyan û leber zorîy masîyan îdî neyandetwanî ke ewî hełbikêşin.

7) ew demî ew şagirdey ke yesû’ xoşî dewîst be pîtrosî gut: «ewe řebbe.» şem’ûn pîtros wextêkî bîstî ke řeb bû, kewa leser xoy pêçawe, çunke řût bû û xoy de beḧrê hawîşt.

8) beła ew şagirdaney dîke be gemê dihatin çunke dûr le erzê nebûn, beła beqed dûsed gez, û tořekey masyanyan dekêşa.

9) dena wextêkî hatne ser erzê polûyan lewê dandiraw û masî leserî dandiraw û nanyan dî.

10) yesû’ be wanî gut: «bênin lew masîyaney ke ewêsta girtitan.»

11) şem’ûn pîtros weser kewt û tořekey bo ser erzê hełkêşa piř le masîyanî gewre, sed û pênca û sê. we her çend ewende zor bûn, tořeke nedřa.

12) yesû’ be wanî gut: «werin kaweltun bixon.» beła kes le şagirdan neydewêra ke lêy bipirsê eto kêy? çunke deyanzanî ke řeb bû.

13) yesû’ hat û nanî hełgirt û be wanî da û her waş masî.

14) ewe elan carî sêyem bû ke yesû’ le şagirdan bîndira, le paş ewey ke lenêw mirduwan heł estandira bowe.

15) dena wextêkî kaweltunyan xwardibû, yesû’ be şem’ûn pîtrosî gut: «ey şem’ûn kuřî yuḧenna erê eto emin zyatir le ewane deḧubbênîٚ?» be wî gut: «bełê ey řeb, eto dezanî ke etom xoş dewê.» be wî gut: «berxanî min bileweřêne.»

16) dîsan carî dûyem be wî gut: «ey şem’ûn kuřî yuḧenna, erê eto emin deḧubbênî?» be wî gut: «bełê ey řeb, eto dezanî ke etom xoş dewê.» be wî gut: «meřanî çikoley min şwanî bike.»

17) carî sêyem be wî gut: «ey şem’ûn kuřî yuḧenna, erê eminit xoş dewê?» pîtros xemnak bû ke carî sêyem be wî gut: «erê eminit xoş dewê?» û be wî gut: «ya řeb eto hemû çitêkî dezanî. eto denasî ke etom xoş dewê.» yesû’ be wî gut: «meřanî çikoley min bileweřêne.

18) řastî řastî be to dełêm: wextêkî ciḧêłtir bûy piştî xotit debest û her cêyekî ke detwîst, deçûy, beła wextêkî pîr debî destanî xot dirêj dekey û î dîke piştit debestê û detba bo kwê ke natewê.»

19) beła ewey gut, ke nîşan bida be çî cor mirdinê deba xułay be celal bika û ke ewey kutbû be wî gut: «wedway min bikewe.»

20) ke pîtros wergeřa dîtî ke ew şagirdey ke yesû’ xoşî dewîst wedway dekewt, ewey ke lekin sifreş leser singî wî xwar bowe û kutî: «ey řeb kêye ke eto teslîm deka?»

21) dena wextêkî pîtros ewî dî be yesû’î gut: «ey řeb, beła ewe çî beser dê?»

22) yesû’ be wî gut: «eger bimewê ke ew bimênê heta bêmewe be to çî? eto wedway min bikewe.»

23) leber ewey ew qise lenêw birayan weder kewt ke ew şagirde nemrê, emma yesû’ be wî negut ke namrê, beła eger bimewê ke ew bimênê heta bêmewe be to çî?

24) eweye ew şagirdey ke leser ew çitaney şayedî deda û ew çitaney nûsîwe û eme dezanîn ke şayedî wî řaste.

25) beła zor çitanî dîkeş hen ke yesû’ kirdûye û eger yek yek binûsraban fikir dekem ke ew dinyaye boxoşî neydegirt ew kitêbaney ke deba binûsrên.