bab 19

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  209 Dîtin

1) ew demî pîlatos yesû’î girt û qamçî lê da.

2) û ’eskeran tacêkyan le diřûy çinî û le serî wîyan dana û cilêkî sûr le seryan hawîşt.

3) û hatne pêş ewî û kutyan: selam ey padşay yehûdîyan û zilleyan lê da.

4) û pîlatos dîsan weder kewt û be wanî gut: eweta emin ewî bo kin engo derdênim, hetakû bizanin ke de wîda hîç sûçêk peyda nakem.

5) dena yesû’ hate derê ke tacî diřwan û cilî sûrekey hełdegirt. we pîlatos be wanî gut: eweta ew kese.

6) û ke kahînanî gewre û xizmetkaran ewyan dî, qîjandyan, deyangut: le sêdarey bide, le sêdarey bide. pîlatos be wanî gut: engo ewî hełgirin û le sêdarey biden, çunke emin de wîda hîç sûçêk peyda nakem.

7) yehûdîyan be wî cwabyan da: eme şerî’etêkman heye û wekû ew şerî’etey layqe ke bimrê, çunke xoy be kuřî xułay kirduwe.

8) dena wextêkî pîlatos ew qisey bîst pitir tirsa.

9) û dîsan wejûr dîwanxanî kewt û be yesû’î gut: eto le kwêy? beła yesû’ cwabî be wî neda.

10) ew demî pîlatos be wî gut: erê degeł emin qisan nakey? nazanî ke ḧîkmatim heye ke eto berełła bikem û ḧîkmatim heye ke eto le sêdarey bidem?

11) yesû’ cwabî da: qet ḧîkmatit leser emin nedebû eger le berejûrê be to nedrabaye. leber ewey, ewey ke emnî be to teslîm kird, gunaḧî gewretrî heye.

12) le ew sebebey pîlatos se’î dekird ke ewî berełła bika. beła yehûdîyan qîjandîyan, deyangut: eger ewî berełła bikey dostî qeyserê nî. her kes ke xoy be padşa deka zîddî qeyserê qisan deka.

13) dena pîlatos wextêkî ew qisaney bîst yesû’î birde derê û leser kursî dîwanî řonîşt de cêyekîda ke berd ferişkiraw bang dekira, beła be ’îbranî gebbata.

14) û řojî tedarkî fesḧê bû û beqed se’atî şeşem bû û be yehûdîyanî gut: eweta padşay engo.

15) ew demî ewan qîjandîyan: bîbe, bîbe. le sêdarey bide. pîlatos be wanî gut: erê padşay engo le sêdarey bidem? kahînanî gewre cwabyan da: padşaman nîye bêcge le qeyserê.

16) ew wextî ewî be wan teslîm kird hetakû le sêdarey bidrê. dena yesû’yan hełgirt.

17) û ke sêdarey xoy hełdegirt, weder kewt bo ew cêy ke kasey ser bang dekirê. ke be ’îbranî golgota kutrawe.

18) lewê ewyan le sêdarey da û degeł ewî dwanî dîke, le her lay yekêk û yesû’ de nêwîda.

19) û pîlatos sernameyekîşî nûsî û leser sêdarey dana. we nûsrabû: yesû’î nasrî padşay yehûdîyan.

20) dena zoran le yehûdîyan ew sernameyan xwênd, çunke ew cêy ke yesû’ le sêdarey dira nîzîkî şarî bû û be ’îbranî, be latînî û be yonanî nûsrabû.

21) ew demî kahînanî gewrey yehûdîyan be pîlatosyan gut: menûse padşay yehûdîyan, beła ke ew kutî: padşay yehûdîyanim.

22) pîlatos cwabî da: her çî ke nûsîwme nûsîwme.

23) û ’eskeran wextêkî yesû’yan le sêdarey dabû, cilî wîyan hełgirt û çwar beşyan kird. bo her ’eskerêkî beşêk û kirasekeşî. beła kiraseke bê dirûn bû le serřa tewaw tendiraw.

24) leber ewey be yektiryan gut: ba ewî nedřîn beła pişkî lê bawêjîn î kê debê. hetakû kitêb tewaw bibê, cilî minyan lenêw xoyan beş kird û leser cilî min pişkyan hawîşt. dena ’eskeran ew çiteyan kird.

25) beła lekin sêdarey yesû’, daykî wî û xuşkî daykî wî meryem jinî kilopay û meryemî megdelî řawestabûn.

26) dena wextêkî yesû’ daykî xoy dî û ew şagirdey ke deyḧubband, leknî řawesta û be daykî gut: ey jin, eweta kuřî to.

27) le paşan be şagirdekey gut: eweta daykî to. we le ew se’atîyewe ew şagirde ewî bo kin xoy hełgirt.

28) le paş ewey çunke yesû’ zanî ke hemû çitî elan tewaw bû, hetakû kitêb tewaw bibê kutî: tînûme.

29) qapêkî piř le sirke lewê dandirabû. dena hewrîyekî piř le serkeyan leser qamîşêkî dana û birdyane kin zarî wî.

30) wextêkî yesû’ sirkey wergirtibû kutî: tewaw buwe û serî berdawe xwarê û řuḧî teslîm kird.

31) ew demî yehûdîyan çunke řojî tedarek bû, hetakû meytekan leser sêdarey de şemoyda nemênin, çonke ew şemoye řojêkî gewre bû, le pîlatosyan tełeb kird ke lûlakanî wan bişkêndirên û hełbigrên.

32) dena ’eskeran hatin û lûlakanî ewî hewełê û î ewî dîke ke degeł ewî le sêdarey dirabû şikandyan.

33) beła wextêkî hatne kin yesû’ û dîtyan ke ew elan mirdibû, lûlakanî wîyan neşkand.

34) beła yekêk le ’eskeran be řimbêkî tenîştî wî kun kird û cêbecê xwên û aw hate derê.

35) û ewey ke dîwye şayedî dawe û şayedîy wî řaste û ew dezanê ke řast dełê, hetakû engoş îman bênin.

36) çunke ew çite bû hetakû kitêb tewaw bibê, êskî wî naşkêndirê.

37) û dîsan kitêbî dîke dełê: leser ewey ke řimbyan lêdawe temaşa deken.

38) û le paş ewey yusif le îrmatîyeTeksta ne aşkira ke şagirdî yesû’ bû, beła be dizî leber tirsî yehûdîyan, le pîlatosî tełeb kird ke meytî yesû’ hełgirê û pîlatos îznî da. dena hat û meytî wî hełgirt.

39) û nêqodêmosîş ewey ke hewełê be şew lekin ewî hatbû hat û morîTeksta ne aşkira têkeł be ’ûdî beqed sed girunkîTeksta ne aşkira hêna.

40) dena meytî yesû’yan hełgirt û be ketanan degeł ’etranyan pêçawe, çilonêkî ’adetî yehûdîyane ke kifin biken.

41) beła dew cêyeyda ke ew le sêdarey dirabû baẍçeyek hebû û dew baẍçeyda qebrêkî taze ke de wêda qet hîçkes danendirabû.

42) dena leber řojî tedarkî yehûdîyan yesû’yan lewê dana çunke ew qebre nîzîk bû.