gawwigerdûn

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1369 Dîtin
şetek dira le dar direnganî şew
lawêk leser řizgarbûnî wetenî
wêřay teqey desřêjî destey agir
dêwezmey řeş deygut û pê dekenî:
cêjnî şayan gaw û gerdûnî dewê
xwênî geş û firmêskî řûnî dewê
hełwerî firmêskî diłsozanî gel
xwênî şehîd ałî kirdewe wiłat
bełam legeł şîn û şepoř û giryan
bołe bołî dêwezmeke her dehat:
cêjnî şayan gaw û gerdûnî dewê
xwênî geş û firmêskî řûnî dewê
gulley sitem dabêjdabêjî dekird
serî piř ewîn û diłî piř le hest
le gořistanî konî pêrs polîs
xwên deřşawe û deyxiwênd kundî şûmî mest:
cêjnî şayan gaw û gerdûnî dewê
xwênî geş û firmêskî řûnî dewê