amêzî jin

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  2079 Dîtin
caran penagay şewanim
amêzî awełay jin bû
germî û nermî ew amêze
mayey ḧesanewey min bû
***
derdî jyan, řencî xebat
mandûbûnî řojî naxoş
beşew le amêzî ewda
hemûm dekirdin feramoş
***
nîgay çawî, bizey lêwî
birînî dekirdim sařêj
birînî ew diłey dujmin
betîr deykird dabêj dabêj
***
nazî, toranî, zîzbûnî
lawandinewey, aşt bûnewey
hemû le cêy xoy şîrîn bûn
zor sexte le bîrçûnewey
***
bełê sexte, yekcar sexte
dûrî le jin, namradî
bełam le jin xoşewîstitir
le lay min etoy azadî