gêjełûkey xezan

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  2154 Dîtin
gêjełûkey besam û tundî xezan
ke pelamarî daye bax û řezan
deşkênê nemamî şilk û teř
gułî bonxoş û teř deka peřpeř
ew gułey baxî pê deřazawe
daxekem êste hełpirûkawe
herweha destî bê bezey teqdîr
nayełê çûk û gewre cwan û pîr
tazelawan le xwên degewzênê
cergî daykî hejar debirjênê
zebrî tundî zemanî bedkirdar
şarî kirdîne şarî piř azar
herçî deybînî des be’ejnoye
le hemû lawe şîn û řořoye
bize nabînî to leser lêwê
çawe firmêskî xwên depałêwê
serbequř, mil bekwîne gewre û çûk
xene şorayewe le pencey bûk
mergî ew sê cewane bê mirade
matemî xiste ew mehabade
gerçî «yusif» esîrî bendî giłe
êste lew «mîsre» her ’ezîzî diłe
gerçî boxoy xiraye çałî goř
şwênewarî benirxî mawe le goř
xizmetî xełkî zor bû ew lawe
ca çilon dademênê lewlawe?
ger «suleyman» nema le kořî xebat
negeyştuwe be’arezû û awat
zînduwe ta ebed lenaw xełkî
çunke bo komełêk hebû kełkî
xizmetî ’îlmî kirde pîşey xoy
xwêndewar kořî şîn debestin boy
řenge şagirdî kurdî wirya û jîr
dersî ew laweyan bimênê le bîr
kake «dawud» eger le řêy jyana
gyanî şîrîn û pakî xoy dana
fêrî kirdîn debê le karkirdin
nebezîn takû serdemî mirdin
***
yadî dû pyawî çakî zeḧmetkêş
yanî kake ’ezîz û mam derwêş
xełkî em şare qet lebîr naken
xełkî em şare ogrî çaken