řecmim biken, tawanbarim

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  795 Dîtin
řecmim biken, tawanbarim
serim biken be binçîney minarekan
werin bimken be ḧellacê
bo semay ser qenaretan
taqe şê’rêkim natwanin destemo ken
le gêjenî hestî xoma nuqmesarim!
bibin be xwa tûřtan dedem
xway wek êwe naperestim
nabim be berd serî xełkim pê bişkênin
nabim bedar bo felaqe
çiqłî êwe qet nařwê
le naw bêstanî sed terzim
bo êwe qet lînî nabê
xamey řengînî serberzim
sextim wêney poła û asin
şepolêkî şêt û yaxîm
xewî bender eşêwênim
dîlim deken hanê destim
eweş gerdin hełmiwasin.