şî’rî taze

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  541 Dîtin
kuřekanî holakoxan
katê be ser şî’rekanma
newtyan pijan
bû be cêjnî wişe kujan!
marî qamçî demî nabuwe kanîy xwênim
kełbey kelebçe wek çeqeł
destî hunermî, ekiroja
şiqarteyan dagîrsand û
bû be qaqa û çepłeřêzan
hawarim kird:
min şa’îrî çewsawanim
hezar kwanûy piř le agir
şî’rekanim nasûtênê
gomî gendeł key etwanê
çyay hawar le naw xoya bixinkênê
her lew kata şî’rekanim
lenaw giřda heł’eqirçan
destî mêşkim
le naw hêłî tûřey diłma
wişey şî’rî tazey eçan.