perîzadî ewîn

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  539 Dîtin
le tarîkî jyana dił be wêney şem nekem çî bikem
gułałey xwên be ała û beyreq û perçem nekem çî bikem
eger şertî ewîndarî pejare û matem û derde
diłî xom nuqmî gêjawî xem û matem nekem çî bikem
ewîndaranî dinya gişt be wesłî yar nayl bûn
be xwênî cergî xom řef’î xem û estem nekem çî bikem
wekû dêwane weylanî hewarî çołî meḧbûbim
beserda xakî hîcran û fîraqî şem nekem çî bikem
le ’eşqî awrînî zîn hezaran kake mem mirdin
emin şořş leser řêbazî xwênî mem nekem çî bikem
le çawî mêjuwa xwênim wekû esrîn qetîs mawe
eger hêrş be ser mêjûdzî ’alem nekem çî bikem
heta zułmet bisûtênim hetawî koyle derbênim
giř û kiłpe û biłêsey awrî dił cem nekem çî bikem
perîzadî ewînim dîl û yexsîrî qełay dêwe
leser ew, sêberî em dêłedêwe kem nekem çî bikem