bo goranî

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  1130 Dîtin
xem û zûxawî em ’eşqe
le kam meyxane hełřêjim
be tenya mawim û namo
sikałay dił be kê bêjim
şikawe camî mey yekser
nemawin taqmî yaran
derî meyxane bestirawin
biławin kořî meyxaran
yekê yexsîrî gořî teng
yekê xełtanî xwênawe
minîş zincîrî sed ḧełqem
le dest û gerdin aławe