îlham le şî’rêkî ingilîzî

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  765 Dîtin
hezaran sałim temen pêwîste
wesfî qametî berz û tejî le řemz û řazit kem
bełam daxekem
kalîskey zeman
be heştaw dêt û
tund tund řadebrê
lem mawe kurtey temenda tenya
detwanim wesfî
nîm nîgay şuxî piř le nazit kem