firmêskî geş

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  4322 Dîtin
qet le dinyada nebû bêcge le naxoşî beşim
mat û damaw û peşêw û bêkes û çareřeşim
serdemêk aware bûm û maweyêkîş desbeser
nemdî řûy asûdeyî, her tûşî gêre û qeřqeşim
dabî kurdî waye, kes lagîrî lêqewmaw nîye
boçî serkoney bikem lêm zîze yarî mehweşim?
tîẍî bêmeylî û cefay ew nazenîne diłřeqe
cergî let kirdim becarêk encinîwye sîneşim
kuştimî û şeş xanî ummêdî le min girtin ḧerîf
more hełdawêm û bêhûde behîway dûşeşim
nabînî zerde leser lêwî kesê lem şareda
ger xem û derdî diłî xomyan beserda dabeşim
xoşewîstî goşekey tenyayî her ejnokeme
boye řoj û şew weha girtûmete nêw baweşim
nayełê dujmin be řenge zerdekey min pêkenê
ta demî mirdin emin memnûnî firmêskî geşim
şa’îrêkî řast û yekřûm û fîdakar û nebez
kurde muḧtacî miḧek nîm zêřî bê ẍelluẍeşim