bijî dêmukřat

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  2032 Dîtin
mizgênîm deye degey be’awat
kurde le sayey ḧîzbî dêmukřat
ḧîzbî dêmukřat to deda necat
pyadey ew şahî dujmin deka mat
bijî dêmukřat bijî dêmukřat
kurdegyan! ewřo çaw û diłit řûn
lawanî wiłat pak amade bûn
temay weyane řapeřn, bibzûn
lêwî dujminî herzego bidrûn
bijî dêmukřat bijî dêmukřat
pêkyan hênawe leşkirêkî çak
le lawî aza û bekar û çalak
humêdim waye lawanî xwên pak
bexwênî xoyan biparêzin xak
bijî dêmukřat bijî dêmukřat
hemû becerg û aza û dilêrin
hemû bê bak û diłpak û mêrin
lenaw sengerda le wêney şêrin
netewî bê şik pêyan nawêrin
bijî dêmukřat bijî dêmukřat
pêşmergey kurdî le meydanî ceng
bergey nagrê ne şêr ne piłeng
dujminî ême taze bika deng
sîngî desmin be gulley tifeng
bijî dêmukřat bijî dêmukřat
řojî bergirî û şeř û tengane
pałewanêke her yek lewane
bekwêrî çawî pîsî bêgane
ewřoke řojî cêjnî kurdane
bijî dêmukřat bijî dêmukřat