min zîndûm

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 1 Xulek  2193 Dîtin
eger dêwî dizêwî mirdin
be pêkenînî naḧezî hemîşeyîyewe
be serma bida
gyan û diłî piř xemim le naw biçê
wa mezanin min mirdûm, min zîndûm
eger çiray jînim
leser serînî seremergim
piřşingî sardî dwayî bida
we dwa tirîfey bê
wa mezanin min mirdûm min zîndûm
eger zengî kilîsa
bangewazî mergim bika
’ifrîtî mirdin beqaqa bikewête şwên termî sard û siřim
wa mezanin min mirdûm, min zîndûm
eger pyawanî nizakar
we jinanî şîngêř û xo dapoşîw
le dway dare termim
piřmey giryanyan bê
we darî ’ûd bisûtênin
wa mezanin min mirdûm, min zîndûm
eger be esrîn û firmêskî çawî kejałî dezgîranim
be awî çawî kesukar û dost û hawałim
gyay gořim bixûsê
wa mezanin min mirdûm, min zîndûm
bełam eger gořî min bê nawnîşan
le goşeyekî em cîhane paneda dakewê
we bîrewerîm le yadî xełka bê řeng bê
ax! ew kateye ke min... emirim.