sirûrim pest û baładeste mîḧnet
Li pirtûka:
            Dîwanî Salim
        Berhema:
                Salim (1800-1866)
        
             1 Xulek
             1256 Dîtin
        
        
    sirûrim pest û baładeste mîḧnet
ze’îfî quwetî sandim le quwet
’eca’îb seb’e ’umrî ehlî dunya
le ewweł derdîser, axir meşeqqet
be teḧqîq cahîl û şêt û nefame
kesê bîbê legeł dunya meḧebbet
le dunya řaḧetî qet nabê bo kes
xeyałim bê lenaw qebra feraẍet
řefîq bên barbendî keyn le dunya
meḧellêke mekanî qeḧit û ’usret
dexîltan bim, meken lem tekye, tekye
nîye esłen umêdî îstîqamet
were salimNasnava edebî mebe mîhmanî dûnan
beqîne, detkujê axir be zeyqet