sirûd

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  935 Dîtin
mezre’ey qelbî me wîşke ey witen kwa awî to?
bê zewadin řołekanit, kwanê şekirî xawî to?
zerde řengî xunçekanit sêberî zułim û cefa
lade bew hawîne kwanê tîşk û tînî tawî to?
bê sirudî cawdanîy bulbulit bê neş’e bûn
deste deste lawekanit wek gułî têrawî to
lêm depirsê dił bedaym boçî sergerdanî to?
jehrî tałîy çî deçêjî her ke serşêwawî to?
derdî dił nakem dezanim derdî bê dermanî min
ḧesteme kes bê deway ka ẍeyrî berzî nawî to
ey weten kengê řewaye mestî xew bê pasewan
gurgî dujmin kewte kozî mêgelî parawî to
şerte her xarî diłim bê herçî ’eyş û şadîye
ta ledes degirim wenewşe û swêsin û lawlawî to
dił eger bo to binałê çon ebê jîr bêtewe
ta lejêr pêmda debînê dujminî xinkawî to
ey weten giryanî tome û bot deřêjim eşkî sûr
îşî toye zamî cerg û şîwenî şêwawî to