bize

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  1014 Dîtin
nazanim bot le çî bidwêm?
her wa le şitî cwan degeřêm
le mang, le řoj, le estêre
le şitî berçaw, lewê, lêre
hercêye zenwêr û berze
ewî zor diłgir û terze
le wenewşey teřî behar
le xunçey ser çiłûkî dar
le tirûskey awî awhełdêr
le wêney mangî naw estêr
le awingî ser pelkî şîn
ke be şiney ba dête lerîn
le guł, le pêkenînî guł
le bulbul ke boy dête kuł
le henyey sipî û qetare
le lacang û wirşey gware
le řûy naskî kiç ke biřê
le şerman sûr hełdegeřê
lew memkey le naw baxełda
hatuwe ser le kirasî hełda
le nêwqedî şil û nerim
nerim û şilî baweş germ
le řeşangî pînepîne
ke kew lêy dekewne çîne
le qeřenfiłî naw perjîn
le yaqût, le pîrozey şîn
heryek çeşnê cwanin le lam
cwanî tirîş zorin bełam
ew xałey le kułmey zêwit
xilîska bo sûçî lêwit
to ew awêne řagre
be min, le hemwan cwantire
tirsim heye têy řamênî
degeł bizet bîbziwênî
deẍîlit bim, ba her wa bê
newek lewêş tilasabê
gułim! awêneket danê
bizey to gemey nazanê