giftugoy qani’ û mehabadî kiçî şêx letîf
ke le řêgey mekteb tûşî buwe
Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
3 Xulek
679 Dîtin
korpey nazenîn! gułxunçey behar!
wenewşey çîmen, şewboy lanzar!
bêçuwe’askekey saray kurdistan
serteqekêşî polî çawmestan
daykî dwařoj, nazarî bawan
le xwa exwazim dûr bî le çawan
oẍirit bexêr, xeyałit kwêye?
dyare keresey xwêndinit pêye
kêjołey nazar, gułxunçey ser çił
giłopî nîştiman, řûmet topî guł
řastim pê bêje ke to kiçî kêy?
le kam şar, kam dêy? le kam mał, kam cêy?
wełamî mehabad
mamostay diłsoz! şa’îrî kułoł!
wêłî byaban, herdey çoł û hoł
newey şêx meḧmûd, kiç şêx letîfim
xizmetguzarî cinsî zerîfim
bawkim le řegez eḧmedî kake
ke bo dîndarî, le gêtî take
daykim le xanan serḧednişîne
begzadey bane, îxtyardîne
mêjû şahîde îxtyardînî
dûhezar sałe wane eybînî
gaga serbexo ejyan le nîştiman
gaga ekewtine jêr des farsekan
tayefey bawkim meşhûrî şarin
heta pêẍember le ’am dyarin
nawim mehabad polî yekemim
bo xom û hozim dił piř le xemim
bo xoyndin eçim bo qutabxane
bom beyan kirdî zor çak bizane
wełamî qani’
boçî kîjołe, êweyş exwênin!?
bo pêşkewtintan ẍîret enwênin!?
wełamî mehabad
bełê mamosta, zor çak exwênîn
řîşey nezanî le pinc derdênîn
xwêndin bo kiçan ferzî tewawe
çunkû kiç dayk kuřanî lawe
le koş êmeda kuřan pê’egen
xizmetî gel û nîştiman eken
ger ême xoman nexwêndewar bîn
wek jinanî zû kiz û bîmar bîn
kuřman ke zil bûn bê’eqił û famin
çunke perwerdey destî ’ewamin
her daykê ke xoy çak xwêndeware
ełbet kuřekey ziring û hoşyare
ger daykekanman xwêndewar ebûn
ewladekanyan wa hejar ebûn!?
me’lûm her kuřêk be cinoke û dêw
be hał û şewe û şewleban û xêw
perwerde bikirêt qet be hîç nabê
heta qyamet ebê her wa bê
bêşik her daykê ke xoy zanaye
kuřêkî zana dênête kaye
be şîrî řastî bexêwî eka
bo fîdakarîy gel hanî eda
weten nafroşê be fils û dînar
hełnamjê xwênî feqîr û hejar
mamosta! ême le des derçûyn
le xefet nîştiman tewaw mirdûyn
xizmet nîştiman le ser jin û pyaw
hîç ferqî nîye wekû yek tewaw
be tofîqî xwa, çînî dwayî
nîştiman derdênin le jêr řîswayî
nayełîn hergîz bibin be casûs
be parey dujmin bifroşin namûs
eyandeyn be kuşt leser ḧeqî gel
ta hewargeyan ebene ser kel
ger êste kuřan xayenî hoz bin
xetay daykyane, dek ewlatir çin