çonyetî hejar

hejarî
Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  863 Dîtin
gedayî seyre! ey yar û řefêqan
gehê poşte be pîne û gahê ’uryan
gehê tûře le ewladî le birsa
gehê dawa le ḧacî bo letê nan
birakem! dewłemendîş wa ezanê
geday bo ew dirûst kird, zatî yezdan
be bê řeḧme le der heq pyawî bê des
firîbî xełk eda wek beçke şeytan
geday beste zimanîş, hênde řûte
ne nanî hes, ne bergî hes le zistan
le hawîna le ber bêgarî aẍa
be xemnakî ejî û exzête naw lan
keçî kwêxa eçê, destî ekêşê
be girye û zarî eykêşête meydan
emeş řûnake, kwêxa çeşnî tancî
be dem kerwêşkî bo egrê le ser lan
ewey namûsî bê, nabê be noker
ewey însafî bê, naçête dîwan
ewey wîjdanî bê naçête lay mîr
ewey řeḧmî bibê, naçête lay xan
çi xoşe zig be birsî, pê be bê kewş
be mercê řû nekate, şêx û qurban!
geda bî yaxo paşa bî, her emrî
îtir kilkeleqê bo çî le dîwan?!
eger pyawî were! areq biřêje
binirkêne wekû şêr, bêre meydan
qezay ew bêłe, ew eyda be ’erza
le dû sed biřnewî deskarî ełman
qezay ew dase ewsawî ke tîj bê
le sêsed xencer û şimşêrî zor cwan
qezay ew tozî gagêrey sepane
le dûsed ’etir û qesrî mîr û xanan
egerçî qani’îNasnava edebî zor zor hejare
bîḧemdîlla, be kes nałê: bełê gyan