qani’ û byare

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 4 Xulek  742 Dîtin
be řêkewt řêm kewt řojê le řojan
hatme byare, me’denî ’îrfan
zû bom kirabû basî ewsafî
serçawey feyzî bêleke û safî
eyanut: bê şik kanî murade
řêgey necatî řojî mî’ade
kehfî emane bo xetabaran
menziłgey tewḧîd bo teqwakaran
ke nwařîm feyzî le ber ebarî
’erş bû bo lîqay ḧezretî barî
guroy şewxêzan derûn awedan
matemnişînan be zahîr wêran
řwanîm xelayq řîz řîz û qetar
ecûłênewe hezar be hezar
yekê diłgermî seday qur’anxiwên
be tîrî ’eşqî yekê dił piř xwên
yekê mubtedî le ’îlmî fena
yekê şehsewar meydanî beqa
yekê xerîkî ’îlmî zahîr bû
yekê menzûr û yekê nazîr bû
řoym geyîme nanewaxane
birsyetîm bo xom kird be behane
daxił bûm be naw jûrî nankirdin
danîştim le pêy kulêre xwardin
witim: nanewa! xot û îmanit
řojê çendêke mesrefî nanit?
witî, her řojê mîwanman kem bê
heşt pût eşêlim, xatirit cem bê
be’zê řoj mîwan nayete teḧrîr
de teneke ard ekem be hewîr
hêşta beş nakat, eşê dûbare
hewîr bişêlim, çarim naçare
xom û çwar şagird heta nîweşew
aramman nîye be dewanî dew
lewê têpeřîm çûme xaneqa
temaşa ekem wek «yum albiqaErebî»
sefê nwêj eka, sefê meşẍûłe
sefê le yadî şahî řesûłe
gahê ne’retey «ya ełła»y şeyda
egate ḧuzûr ’erşî barega
yekê wek qazan be dił eda coş
yekê le badey muḧîbet serxoş
yekê şagirde, yekê ustade
gişt kes le řutbey xoya diłşade
emca řûm kirde naw telebey dîn
«rizwanu alilّhî ’enْhum اەجمەعینErebî»
suxte û muste’îd leser îcaze
elḧemdulîlla bebê endaze
girmey ders û dewr, mutałay tefsîr
ḧucrey şafî’î exatewe bîr
pirsîm le mela: to feqêt çende?
wek ẍunçe pişkût lêwî be xende
witî: nazanim, her dêt û deřwa
mepirse le siř kirdewey xwa
ke dîqqetim kird heryeke karê
heryeke wîrdê, heryek hawarê
şêranî řêy ḧeq be ’îlim û ’emel
xeyme û xergayan birdiwete serkel
be sozî derûn ahî nîweşew
řûbeřûy meqsed, bê aram û xew
karwan řêgey koç, saray muḧîbet
serḧełqe ḧełqey şorî terîqet
ewsake zanîm bêşey şêrane
aramgay kořî diłbêdarane
řûm kirde meclîs şay sîracedîn
’usmanî sals, serçawey yeqîn
muceddîdî dîn řesûłî řehber
wekîlî mutłeq şay xeyrelbeşer
xerîkî îrşad řêgey xuda bûn
le ser ta be pê, ẍerqî lîqa bûn
be des kîtabet, be dem nesîḧet
be dił diłdarîy yarî terîqet
be çaw teweccuh, be řoḧ hoşyarî
legeł murîdan bo nîgehdarî
nizîk ta le dûr, zor çak hoşyare
bo hemû murîd baş agadare
ke dîm řîsaley nesîḧetname
toşey saray deşt «yum alqyameErebî»
eynûsîyewe bo «’ebdulřeḧman»
ne tenha bo ew, bo hemû yaran
çira’asa bû bo řêy hîdayet
çawsaqî kwêr bû bo ser se’adet
bełê be zahîr bom xwênrayewe
girêy me’anîm bo kirayewe
nesîmî ’etrî day le demaẍim
bû be merhemî diłey nasaẍim
ewsa daçłekam bo perêşanîm
bo ’umrî fewtaw le řêy nezanîm
kirdim be çiray berpêy tarîkim
kirdim be ’asay destî barîkim
witim ya kerîm «’ilam alẍîwibErebî»
řeḧman û řeḧîm, «ẍafir alzّnubErebî»
bimke be xatir şay qabeqewseyn
bimbexşe be nûr seyîdî kewneyn
be sozî sîney fatîmey me’sûm
be qetłî naḧeq ḧuseynî mezłûm
be çyay qelbî şay sîracedîn
’usmanî sêhem, muceddîdî dîn
bimxere zumrey mensûbî dirgay
bê beşim nekey le saye û penay
ba îtir bes bê le sergerdanî
firsete qani’Nasnava edebî, bigre damanî