mîranî caf

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  450 Dîtin
mîrî mîranit binûsim yaxo mîrî mîre caf
xawenî gurz û řim û hem xawenî têẍ û tenaf
hênde amaden ’ezîzim bo qiřanî ecnebî
gencekan qet bew mîsale naçne cêgey zufaf
dîwexan û mesnedî ’alî le wano kewte naw
çende xoşe sef debestin řojî heyhat û mesaf
kê kuřî kê bûn birakem, pişt be pişt ta îsteke
bem beyanate ’ezîzim toş bifermû î’tîraf
her be xoyan xoş ekewt desřoyîn û çake û sîlaḧ
kê bû cergî berge bigrê her le êre ta be qaf
înqîrazî alî ’usman, alî ’usman bû yeqîn
yek be ḧepsî bê xeyanet, yek be qetłî bê xîlaf
qani’aNasnava edebî daxî giranim katê bêdes manewe
bûn be komek ḧacyan û bûne ehlî î’tîkaf