le dîtnî xiştêkda
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
5 Xulek
882 Dîtin
řojê le řojan bêkar û betał
asûde û řeḧet le nebûnî mał
bê yar û yawer, bê bira û hawdem
bê řefîqî řoj, derûn piř le ẍem
pał dam we serîn ḧerîrî gułřeng
bîr dam we kirdar çerxî şewezeng
nwařîm zemzemey caran kotaye
binçîney şadî, gerdî be baye
mizgewt bê řewneq, dîwexan wêran
awayî bê şewq, noker sergerdan
bê naz kewtûn dûtepłe û dehoł
tancî bê swar, řawge çoł û hoł
’eşayer serkiz, tayefe bêdeng
mîllet mîlletan lêwzerd û bêřeng
witim çak waye toşe peyda kem
îqlîm bigeřêm seyrî dinya kem
heta bizanim gerdûnay gerdûn
kêy kirdiwe be şa, kêy xistiwete tûn
kê le řeḧmete û kê le zeḧmete
kê xawen şe’in û kê le ḧurmete
necîb nanecîb, nanecîb necîb
toxlî, xawen miłk; xawen miłk, ẍerîb
keşkołim hełgirt ’ebam xiste şan
zirê û çwar’ayîn, řesmî derwêşan
def û qeyare û dûḧaçe û şimşêr
metreqî çilçil, kiławey dilêr
kełpos û ’esa, pos lengî nekoł
qap qap û daney şax nefîlî çoł
camî çil kilîl, pênc pencey zeřîn
textey sedaqet, sed daney berdîn
xerqey sedpare û tacî gedayî
kûlekey feqir û şêwey řîswayî
beydaxî ’eşret, şecerey şêxan
dayerey mîḧnet, ḧemeyałî şan
delaylî xêr, qur’anî nûrîn
qutû, qełemdan, espabî nûsîn
hem sefername û beyaz û defter
berd û berdi’estê, esasey sefer
be se’atê xas, řojê mubarek
nîweřoy cum’e girtim tedarek
ga be keyfixoşî, gahê be giryan
ga be sozî dił, goranî şêxan
ga şê’rî şîrîn, şêxî mewlewî
ga gurîzî ḧeq, mewlay mesnewî
ga řû be meqsed, ga bo dwawe
ga dem be xende, des be do’awe
bem new’e çen sał xerîk seyran bûm
ga ga le dêhat, ga le şaran bûm
çen çołim tey kird, çen dê û çen şaran
çen menziłgay şew, le ber muẍaran
çen temaşay taq biroy sêwengî
çen qerezułfan wek marî cengî
çen taqî zeřbaf, çen gêlgêley sûr
çen kułmî bê ẍeş, saf wêney bilûr
çen gewrekçan ẍezałî sermest
çen herzekaran, demançe be dest
çen dêy wêrane, çen dêy awedan
çen qełay konî desełatdaran
ناگاە le teqdîr xway lamekan
řêm kewte çołê, deşt û byaban
ne dar bû, ne aw, ne pûş, ne gya
ẍeyrî zatî pak xom taqî tenya
xeylê têfkiram nîgam kird le dûr
kewte ber çawim lete xiştê sûr
le dîtin ew xişt gelêk ’eceb mam
xiştim berzo kird be sed îḧtîram
witim ya kerîm «’ilّam alẍîwibErebî»
řeḧman û řeḧîm, «ẍafir alzinubErebî»
eme hî kê bê? kê dirustî kird?
kê naye çîn mał? kê le dway mird?
kê xistye qałb? kê şêlay be aw?
kê naye kûrey biłêsey betaw?
kam benay jîrî çerxî řojgar
naye dîwarî kam koşk û telar?
be fermanî xwa hate giftugo
witî ey qani’Nasnava edebî! gêlî řenceřo
herçî epirsî bê kem û zyad
bot beyan ekem zor be xatirşad
min xakî kelley gelê padşahim
padşay bêbak, ḧîşmet nîgahim
ewweł eskender, şahî zulqeřneyn
duwem şa’ebas, sêhem şaḧseyn
çwarem keyqubad, padşay keyan
řeşîd û sexî, xawen sifre û xwan
pêncem şay mîsir, ’ezîzî merẍûb
xiřîdarî pak yosfî ye’qûb
şeşem keywimers, ḧewtem newşîrwan
îḧyakunendey binçîney kurdan
heştem ardeşêr paşay sasanî
nohem erdewan gewrey eşkanî
dehemîn, nemrûd aşûrî nejad
padşay bê dîn, dûr le ḧeq û dad
nobeyan řoyî û dewreyan tewaw
meẍzyan legel xaka têkeław
zeřře zeřře bûn, bûn be ẍubarê
kelley her paşa kewte dyarê
be emrî xwa padşay bê ’eyb
şemał hełîkird le karxaney ẍeyb
le xakî her yek tozêkî hanî
têkełî kirdin zor be asanî
le teqdîrî ḧeq xway layenam
lew têkełbûne min dirust kiram
sed sał leseryek min xiştî kał bûm
le xuten zemîn, bineřet mał bûm
min bûmo be xak herwek eweł car
be îznî bêçûn padşay ẍeffar
le dway ew małe kiram be acûr
nirame dîwar qełay selim û tûr
heta selim û tûr tewaw berbad bûn
le bazîçey çerx mîḧnet azad bûn
êste yadgar şahanî dewrem
lem byabane piř cefa û cewrem
zanîm em dinya bê beqa û beyne
qatłî hezar îmam ḧiseyne
kwanê dyakoy şarî hemedan?
kwanê řostemî deşt maznideran?
kwanê efrasyab, kwa xaqanî çîn?
kwa pałewanan le ser řûy zemîn?
kwanê ferhadî hunermendî kurd?
ke le řêy ’îşqa řoḧî fîda kird
ḧałî min wa bû eweł ta encam
’erzim tewaw bû baqî wesselam