reşbełek le cejnî ladêda
Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
4 Xulek
1330 Dîtin
kuřgel wa dîsan řojî şadîye
bezmî hełpeřkê û dił azadîye
çirpey gewre kiç, řû ekate mał
arayşit eka be lifkey desmał
çarekey xamek ekate kołî
xiřxał meçekî çeşnî sehołî
milwênk le mil, lûle le ser dił
çaw piř le ẍemze, řûmet topî guł
qef qef zułfî řeş, pêç û lûl wek mar
têkeł laçenax le ser ta be xwar
birqey berçawe û kiławzeř
egrîcey qirtaw, wek řêḧaney teř
wirşey gware gwê, zirîkey lagîr
hařey piłpiłe û siłsiłey zincîr
şortike û kemere, heyaseyî pişt
goyexe ta xwar, cwantirîn le gişt
kewşî yemenî, řewştî ladê
le hełpeřkêda ke her xişpey dê
kewa tozê ał, kiras meylew sûr
sirkeyî kołî berq eda le dûr
suxmey narincî godełek pêwe
le jêr suxmeda, dû şekire sêwe
xaw xaw be wêney nîmçe ẍezałan
dêt bo saratî qeraxî małan
***
destey herzekar, řank û çoxe çak
yek yek ko ebin, wek şêrî bê bak
kiłaş hewramî, pestekî bane
piştên ketan çin, řesmî zemane
kewa û pantołî le fasonî cwan
feqyaney dû gez exate ser şan
demançe le pişt, fîşek liẍ le mil
tezbêḧ kareba tozê denk zil
xencerî deban, kalan tewaw zîw
nexşîn kirawe, em dîw û ew dîw
desesřî ał, lifkey ber kemer
sûçî desesiř, ser miştûy xencer
kiław girûnî girê çin tewaw
lifke le la şan, mişkî têkeław
kuř û kiç lewya têkeław ebin
hemû bo saray la małan eçin
ew kiçe cwane û ew kuře qoze
dête kaye cejne pîroze
be dem pêkenîn, îşare be çaw
yek bo yektirî aram tya nemaw
***
katê zuřnaçî ke eyan bînê
hîç bîr û hoşî le la namênê
kakey dehołkut, dehoł le ser dił
ew le zuřnaçî, çaktir dête kuł
be bê pê witin, sa tif le goçan
girmey dehołî egate asman
zuřnaçî pîqey zuřna derdênê
sê car le ser yek pya epîqênê
pence şil eka emcar le ser kun
dênête sema, hezar wekû min
be bekir begî û fetaḧ paşayî
exate cûłe tewaw awayî
hendê şore jin ke meylew pîrin
sipî û nerim û şil, qaşî penîrin
bîrî zemaney gencî dête dił
eden le mêzer her yek çepkê guł
be boney seyro, dên bo ser şayî
yek le yek tirî mubarekbayî
emca, kiç û kuř bezmî řeşbełek
qetar epêkin, des egirin be yek
yek bêwejnê, teř pîrî teř poş
tozê çermełe û tewawî dił xoş
serçopî egrê, be lence û lare
kuř û kiç têkeł, řîz be qetare
em şan ew şan, wek kewî piř xał
heł esûřênê, pey le pey desmał
kuř û kiç têkeł dêne ser şadî
ełêy wer egirin, emrî azadî!
***
sa dił bilerzê, sa çaw biřwanê
sa dem pêkenê, heta etwanê
sa xem heřa ka, mil xoy bişkênê
sed hezar qeyser lewya nanwênê
mamey řîş sipî dête ser seyran
her bîr ekato le carî caran
ezanê eme îşî xoy buwe
«pîrî û hezar ’eyb» le destî çuwe
ke serçopî kêş ’îşwe enwênê
mameyş bew core ser ecûłênê
sîngî pêy car car eda le zewî
bîr nakatewe le kokey şewî
le naw xeyała weha mes buwe
nazanê axo dêre yan zuwe
kîse tûtnekey der dênê car car
sebîl tê eka beramber qetar
dûkeł le lûtî wek qefî řeşmar
pêç pêç dête der, le ser ta be xwar
bem core bezim û heła û heraye
katê ezanin ’esre û dwaye
betałî eken, eçnewe bo mał
bo ser îş û kar, naw mał û minał
şabaşî çaweş, direm û dînar
da ebarênin wek hewrî behar
bo tenya řojêk wa tekan eden
axo bo cejnî serbestî çî biken?