le sayey ’îzzetî nefsim le paşa merḧeba nakem

pênc xiştekî le ser şî’rî miftî pênciwênî
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  5452 Dîtin
le sayey ’îzzetî nefsim, le paşa merḧeba nakem
le erbabî kerem dûrim, be kes xom aşna nakem
kirasî çermî xom ediřim, swałî serkewa nakem
eger çî leḧzeyek derd û xem û qehirim be ba nadem
îlahî zor şukur, umêdî nanê min le şa nakem
le tozî aşeda ẍerqim, le tewqî ser heta ejnom
ne tirsî emrî mafewq û ne meḧkûmî beratî tom
bełam çen xoşe ew toze ke her xom amîrim bo xom
le sayey zeḧmetî qaç û ser şan û des û estom
le bo kes çaw leber nîm û xeyałî řêy řya nakem
birakem firsete emřo biłê bew yarî dêrînim
leser her dînê min emirim, ewîş her bête ser dînim
ke çun şêranye fîkir û xeyałî zîndegî û jînim
le ber tałî zemane û şerbetî eş’arî şîrînim
heta em dû te’amem bê, xeyałî şekir û ça nakem
çi xoşe, ta jyanit bê, le lay kes keç nekey gerdin
’ereq biřjê le naw çawit, le řêgey kasbî kirdin
be şertê ser be serbestî, le meydana beder birdin
be şałî xakekem řazim û eypoşim heta mirdin
le fason û geberdîn ta ebed sełte û kewa nakem
leber pestî gelî kurde, ke wa řenc û teqalame
le ser em hoze çil sałe, be tenya hewł û dawame
be tałanî le des derçû, sefay em zêd û mawame
melayî û xwêndewarî, xû û řewştî xom û bawame
ke çî min arezûy nan û jyanî wek mela nakem
le dax em çerxe keçbaze hîlak û sîneçak çakim
wekû teyrê heło lêy da, kiz û xełtanî naw xakim
be bê hoşî esûřêmo, ełêy sergêjî tiryakim
weha ẍerqî meraqî piř cexarî karî napakim
eger xom bim be luqman sed yekê derdim dewa nakem
de şerte şertî merdî bê, le dinya ta ḧeyatim bê
ne hîway ser qełemdane û ne umêdî xełatim bê
le ser em ḧałetî xome, eger bêt û subatim bê
be umêdim be serbestî le ḧeşrîşa necatim bê
le dinyada ke hîç kes, tûşî azar û beła nakem
qena’et çake, wa çake bisaçênim be şorbawê
keway taqey minet labem, le ber kem şał ya cawê
lebo daney tema’karî, nekewme gêjî hîç dawê
eger şî’rê biłêm û neşrî kem, hîçim le kes nawê
le fîkira peyřewî merḧûmî zatî şêx řeza nakem
hezaran aferîn miftî! le řeftar û le ayînit
be wełła ḧeyfe to bimrî û birat hełkate tełqînit
legeł tûtniçî têkeł ke, de qani’Nasnava edebî şî’rî řengînit
eger miftî yekê peyda nekey hawderd û hawdînit
biłê ta hem şikatî gerdişî çerxî le la nakem