legeł bulbul

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  819 Dîtin
ey bulbulî bê dane, min û êwe hejarîn
her dû, wekû yek mutezîrî fesłî beharîn
to çeşnî min û min wekû to bê kes û karîn
damaw û kiz û derbederî kûçe û şarîn
ya, bendî qefesxane û ya wêłî dyarîn
min quřbeserî destî felek, çerxî cefakar
to dił be xemî, derdî guł û xunçeyî gułzar
min derbederî fîtneyî casûsî xetabar
to bê peř û bał, le des zułmî liqî xar
her dû be yeko çake biłêyn, dîl û hejarîn
to, şêtî dił û min be hîway berzî wiłatim
to, mestî guł, min be fîday ’ezim û subatim
bem core eřom, şerte heta mawe ḧeyatim
ta des nekeme gerdinî awatî necatim
řûm nayê biłêm: zadeyî şêranî şikarîn
min şîwen û giryan û eto şor û terane
to bezmî sibeynan û minîş ahî şewane
min bo wetenî bê kes û to dane û lane
binwařîn le bo sûřî keçî çerxî zemane
bê sûç û xeta, bo çî weha bê beş û yarîn
ey bulbulî hawderdî xefetbarî derûn řêş
toş her wekû min, bê kes û bê yawer û bê xwêş
her dû, wekû yek pest û birîndar û cefakêş
key bê ke birînî diłî her dû bibê sařêş
bê bak biłeyn: ême lenaw gêtî dyarîn
qani’Nasnava edebî! min û to bulbul û xem, çeşnî bira bûyn
bo yektirî, em çware tewaw pişt û pena bûyn
her yek le bo ew syanî tire, zor be wefa bûyn
bo çî min û xem? êste le ew dwane cya bûyn?!
bulbul le guł û guł le çił û ême le xarîn?!