sûre gułey baxî kurdistan

From the Book:
Aɫekok
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1040 views
nesrînî qundîlane û nazarî nocwan
çatir nimûne sûre gułey baxî kurdisan
kułimit geş û betîne wekû cewrî mustebîd
piriçit řeş û dirêje wekû řojî kurdekan
qeddit ḧeqî jyanî hemû mîlletî biçûk
azadî kurdistane demit, lêy nîye nîşan
dujmin be tang le serte eto taze saz dekey
lew qernî bîste tîrî mijoł û biroy kewan
çawit hîmalî bextî mine řoj û şew be xew
nazit mîsalî derdî mine dem bedem giran
egrîceket ke dête nezer řûtî girtuwe
dił jan dekat û dêtewe bîr wez’î nîştiman
bew kîjyeş dezanî ke hawxiwênî xot nebê
nabê be yarî bigrî, hejar besyetî eman