qewî îro ze’îf ḧalim

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 minutes  1115 views
qewî îro ze’îf ḧalim; dinalim ez li wê tayê
di birhanan di hat falim; tilsima wesletan nayê
tilsimata wisala min; elîf nabe di fala min
ji mecmu’an xyala min; biladim ez li sewdayê
ji sewdayê wekî dînim; li ser eqlê xwe namînim
ebo sîna ji kû bînim; li mehcuran bikit rayê
li hicrana di mehcûrîn; birîndarîn di rencûrîn
ji iḧsanan qewî dûrîn; ji dîdarê şekerxayê
qewî dûrîn ji dîdarê; - - - - - -Missing yarê
yeqîn miryem ewê carê; cinan avête deryayê
cinan avêt û windabû; li bin beḧrek mezin dabû
syahê bextê min dabû; ji belqîsê cewab nayê
ji gomanan sefa morbê; li cama badeya sorbê
mirada dil bere jorbê; li ber çingî di ẍewẍayê
yeqîn ’enqa viḧal nake; kubare lew swal nake
şehê şahan xyal nake; geda nayê di perwayê
gedayê şah miqabil da; lipiş baẍê bi sorgul da
di nalit, dest bi ser dil da; ji eḧwalê xudê dayê
dinalim ez li ḧalatan; binêr şêxê keramatan
ji dil nake munacatan; selata istixarayê
selatan ez bi cê bînim; du’axwaz û bi amînim
ji wê fikirê betal nînim; li reca û temennayê
temenna û recaya min; qebûl nabê du’aya min
ji duxanan nedaya min; bidda sîran leylayê
eger leyla nehêt qeysê; ne hudhud bête belqîsê
şemala dil ji kû di îsê; çirayê tûr û sînayê
çirayê tûr û etwarê; nedî mûsa ewê carê
nebê hoş bû li dîdarê; ji nûra bejin û balayê
ji wê bejnê , ji wê qamê; nicuma zulmeta şamê
sitêra dêm û endamê; tecella bû li selwayê
tecella bû li eşcaran; li rengê qameta yaran
kelîm lew hate ebsaran; mecazî hate me’nayê
mecazê me’nayê kûre; ji qendîlan nehat nûre
şemal îro ku mestûre; mişewweş bû li dest bayê
şehîdê «mîm û ḧêPen name» isme; ji ’işqê sotîye cisme
li cama mey bwe qisme; şehîdbûm ez li dinyayê