ellah çi zatek eḧsene

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 4 minutes  1207 views
1
ellah çi zatek eḧsene
zêde letîf û qadrî
mexluq hemî nexşê tene
vêkira li hemyan fekirî
ḧemd û sena la’iq wene
ê ’erşê e’zem çêkirî
2
’erşê ’ezîmê ekbere
zînet û raza merkezî
ew kursya ḧeq li sere
bê şems û gerdon di bezî
ḧeq waḧde , witre , fere
bê newme baẍvanê rezî
3
baẍê ku baẍvan bête ber
erzek heye ew lê nebî
dara ku ’enqa bête ser
belgek heye sih lê nebî
kî ji nî’metê dê dit xeber
yareb derê feyzê vebî
4
serçeşmeya feyzê çîye?
hate lisanê ’arfan
ew nûreka esmanîye
dařête qelbê xa’fan
jê şem’eyek da «miksî»ye
lew bûm nedîmê ta’fan
5
lew bûm ḧerîf, lew bûm nedîm
min ’işqeka dijwar heye
kûvî kirim serfa ’ezîm
min hêj meya pêrar heye
minnet ji reḧmanê reḧîm
min mîrekê sittar heye
6
ew mîr kerîme , satre
xweş ḧakme dibarê xweda
xelqino ne dûre , ḧazre
ew waḧde û bê îbtîda
herçî bikit ew qadre
ew xalqê bê bab û da
7
xelqino ji kêřa ev qise
da ḧeq bi ’urfê nas bikî
er dê bizanî ev bese
ferxundeye ne ji ferxekî
ew yek ji ’amêřa bese
neh çerx di nêva çerxekî
8
çerxê di nêv çerxa ezim
ruḧ û rewana min tuyî
ez hişkedarim na řizim
xemil û riḧana min tuyî
bêy te neşêm gavek bezim
xanim mirada min tuyî
9
bê te mirarim, meytim
qelbim ji suř mîr’ateye
ez geştyê na tebtim
fexra qiluban te heye
xelqino bi furqan û xetim
her çî dibêjim her weye
10
ma ez dibêm vê gotnê
bêy te ziban bê gotne
ew qal û qîlê di dinê
zahir û batin sakne
bûn û mîqata mirnê
ew ji bal tene , ne ji bal mine
11
min ḧewl nehin , qwet nehin
ruḧ ji teye , dîn ji teye
min zehir û ezman na vebin
deng ji teye , sewt ji teye
awaz ji kewna qudretin
dest ji teye , çeng ji teye
12
ew çeng çîye roja ewel
çeng û lîsan jî çêkirî
deng têt ji sazê piř ’emel
tembûr tiraş û kun kirî
’işq û evîn darête dil
ḧubba di nîvê çêkirî
13
ḧub rêtî canê beşere
sewda ji mejyê wî fiřî
goyînê nêv dar û bere
bê sûç qet na kit girî
’işq û evîna qemere
netiq û lisanê jê biřî
14
deng ji defa canê metê
kirdin nefîr û nayekî
san’ bi ḧerfê pif ketê
her zehrekî , bi awazekî
subḧan ji şahê qudretê
her canekî û ebdanekî
15
kelamekê mutleq dibên
bu ruḧ li her ḧeywanekî
tesbîḧeka rewneq dibên
her xelqekî , bi ezmanekî
ḧemd û senaya ḧeq dibên
- - - - - -Missinganekî
16
ḧemd û sena ḧeqqe li me
bê ḧedid û bê qyas bikin
zikir û ’ibadet lazme
cuhda terîqa ras bikin
roja qyamet qa’me
ta’etek piř esas bikin
17
ta’et bike , rê dûrî tu
herçî di mektuba meda
bi kaẍez û kîs û mûrî tu
«ya min bida , fîmin bida»
canê di koba sorî tu
rohnîya sem’ û beserda
18
canê di navê nefsîye
vêkira hemî bu beşerî
maka wicudan fanîye
er dê bizanî vî derî
eslê ruḧa me baqîye
lew jê nedakin xawerî
19
dê biçîne nîva axekê
perda turabê tarîye
feqîPen name dê rakit rahekê
bi mehdera wî barîye
bo çak û parsa bi carekê
li cennet bikin serdarîye