beytî bapîr aẍay menguř babî hemzaẍa

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 9 minutes  933 views
gwê řadêrnê dîwane
gwêw le min bê dîwane
sê şew û sê řojane
bow bikem medḧî şêrane
dołabî mukiryane
qaqez çû bo ’êlane
bê řeşey řesuł aẍane
degeł ḧemedî şînane
řaberyan ařeḧmane
çołyan kird, bagirdane.
be ’îzetî subḧanî
sibḧey degeł beyanî
leşkirî bapîr xanî
řeng wezîrî řomyanî
swar bû le bagirdanî
menguřî de mê wecaẍê
pyaw bûn le sabłaẍê
tedarek bo meraẍê
bo meraẍey řewane
sêşem serî hemuwane
be sêşemoy piř huner
bapîr aẍay piř cîger
bidaxan bû desteber
le sabłaẍê çû bo der
dełê: «hîç periçit nayeteber»
xaleq saḧb sefaye
perçî dewê dinyaye
be umêdî ew xułaye
lêyan da dehoł û zuřnaye
espyan hate semaye
zor xoşin bo de’waye
humêd řesûłlaye
«ew kare wa pêk naye!»
hat geyîye fexreqaye
lêyan da dehoł û zuřnaye
ḧewsed kesî řagîraye
zewqî bapîr aẍaye
lê den le tepłî şaye
şukir weber xułaye!
mekujin seyd û melaye!
qur’anyan de sîngîdaye
hat, geyîye xatûn baẍê
bapîr aẍay qoçaẍê
degeł xanî sabłaẍê
seyrê keyf û demaẍê
çû le ’ecemî yaẍê
bapîr aẍay xał le řû
be řojî sêşemo çû
’amî xełqî çû le dû
çawyan lê kird be fendî
hat, geyîye wekîl kendî
ḧewsed swarî le řendî
sibḧeynê çêştengawe
qasîdyan degêřawe
çî mawe dengyan dawe
qoşen nebuwe tewawe
tegbîryan lê řonawe
sibḧey beyanî dawe
her bizût û nûsrawe
dû ’eşîretî mawe
eẍłeb řimb nezerîye
yek le setî kem nîye
bizanin mesłeḧet çîye
bê tîpî mernekenan?
boyê ’eqiłim řaçenan
be ’eqiłim řaçenane
meqsûdyan gorane
suleyman bexo û bebrane
řayan kirde cilîtane
mesłeḧetî hemuwane:
«biçîn bo ser ’ecemane
řaberin bidaxane
meraẍey bikeyn wêrane
bên řonîşîn lêrane
mudebîr kak suleymane
çunke gewrey ’êlane
çi defermûy gyane?
êre debê wêrane?
mareyan bikeyn jinane?
êdî, çilone sewzîxane?»
«hoy suleymanî xezałî
newey řostemî załî!
ḧewt qubey le metałî
pêm nełên etû mindałî!
le cilyê nekird xałê
wek hewran be gewałî
dekujim mał û tifałî,
direnge řêy meken xałî».
geyîye ełłahu ekberî
lîngî da pêş xanî be muşterî
dełêm: «xane etû kwênderî
nosed swarî be defterî».
dełêm: «xane! le řuḧêm bûye muşterî
le bo meraẍên berî»
bo meraẍey birde xwar
ya bînay perwerdigar
be zar xoşe nosed swar
hem řuḧmiber û cebbar
îzrayl bû cilodar
bo meraẍey birde xwar
bo meraẍey řakşan
wirşe wirşê kemberan
bênî mîşk û ’enberan
fendî pepaẍ beseran
qetin nabê guzeran
qet nanbê guzerane
’ecem zor bê îmane
lên tîk deden mekane
serin debiřn lêrane
xidir aẍay newcuwane
çuwe ser xanî be řimbane
«babe lê dem emane»
bapîr dełêtin: «kake!
kes ewê mesłeḧetê naka
bidaẍim degeł pake
hîç dehoyên lê neka
tegbîran bikeyn çake
cêgaken zor ẍemnake
’ecem yekcar hîlake»
«’ecem hîlak û zorzane»
çuwe ser xanî be řimbane,
dełê: «babe lê dem amane»
bangim weber padşay le jûr!
xanî nardinî dûr bedûr
biłbas hatin be cembûr
řank řeşî çekme sûr
xan nardinî be ḧucete
biłbasan talḧe û bexte
be sî řextî de zerda
kakeřeşî namerda
hate xwarê leserda
îmanî pê bû herda
menguřî de řimb colane
çawyan kewt be zêřane
wejûr kewtin yekane
çend şîwî piř dermane!
çendî şîşe û şeřabe
’ecem bûn be cellabe
mukirî bûn be qesabe
hîç kesî wa lê dernaba
çilon debê ew ḧîsabe
hemûy mestî şerabe
way lê dernaba kese
xaleq! toy feryadřese
mergî be hereweze
bidaxan lêy bû qeza
řêkî dedan be xeza
tayfey xan bapîrî
řêkî dedan be şîrî
bû be xanebgîrî
îslam qiř bû be şîrî
be şîrî qiř bû îslam
têyan dabû qetił û ’am
qetił û ’amyan têdabû
suleyman bexo û be biran bû
suleyman bexo û be birane
derdeçû le derbane
eger le derban derçû
çwar û pêncî kewte dû
xelasbûnî bo nebû
boy nebû xelasbûne
lew kafrî de mel’ûne
bew řimbî de sê sûne
be dasî kerentûne
her wek genmyan dedrûne.
her wek genim û swałe
de xwênêda şełałe
biłbas ḧałit bê ḧałe
lewlay bê şêre xiře
topyan lê da be guřře
ḧewtî lê bûn be wiře
dengî le ’erzê biřa
aferîn westay xeřřat
dest be xencerê dedat
ḧewt małî kird ber bad
westa ’uzêrî hendû
xencerî şam û teşû
leber geřekê daçû
yekî lê xelas nebû
hoye westa ’uzêrî!
ḧewt mał bewecaẍkiwêrî!
her yekêkyan debwêrî
awîtî cezayêrî,
dabûy le tepłî serî
ewîşî kird bê berî
kwa merzîng? kwa omerbil?
şoře lawî şil û mil
le kołanan bûne cil
bûne cil le kołanan
leşî de wan newcûnan
kewtibûn le kołanan
le kołan û kenaran
leşî de şořeswaran
wek bijangî de daran
seryan geyîye ḧesaran
le ḧesarî de wa gird
le biłbasî de wa xurit
leş û keleş bûne pird
’ecem beserda řabird
herkes mîwanî xoy kuşt. be dehoł û zuřna hatne ser bapîr aẍay ca bapîr aẍa le bidaxanî pirsî:
«le bapîr aẍay cindîye
le bidaxanî pirsîye
xan, ew qûle qûle çîye?»
dełê: «bapîrî şogayîye!
ewe dehoł û zuřna û şayîye
ewe pîşey tirkîye
zewqe le bo xelqîye»
řojêkî le řoj’awaye
xan bapîr le seraye
awrî topxaneyan daye
zelîl bapîr aẍaye
lêrey hîç bo pêk naye
xidrî şořyan hełênawe
lepêş babî řagîrawe
ḧemesûr be çelengî
hełyan eşkawte sîngî
kuř leser sîngî babî
lêyan da be cellabî
tû qet musłiman nabî!
sibḧeynê eleseḧer
kwêt û boz û seqer
le xewyan hênader
lêy ken zînî muḧteber,
tundî bikêşin tengewber
pêy na le řikêf kewte ser
swar bibê pepaẍ beser!
pepaẍ be ser swar bê
xêłî feqîr hejar bê
mukirî her wa daẍdar bê
her hawar û lêdan bê
her hawar û lêdane
bê serdar û xêzane
dełêy: meřî bê şwane
pexiş bûn le zewyane
dołabî begzadane
serkirdey mukiryane
xirab bûn ew karane
be qiřî dan musłimane
yekyan neman ewane
humêd bidax sułtane
qibûł neka lewane
boç be dînî ẍeyane?
way kird bo ’ecemane
pêyan neka mitmane!
ẍelîzin ew segane
nemre ew bidaxane
natirsê le gořxane
çîyan kird bû bestezmane?
małê xoy kird wêrane,
kesî nehêşt le ’êlane
řebî sedcar şukirane!
çunke pêşkar şeytane
dest hełgirê lew karane
hat û geyîye karêzê
mindałî piř be amêzê
êxsîr çûne tewrêzê
hat û geyîye diryazê
meḧbûbyan bijard le řêzê
hate xwar le laçînî
let bê le nêwî zînî
le biłbas, beqînî
biraym aẍa bê leserda
taqe swarî bê gerde
xêzanî dêkdî werda
dêkdî werda xêzane
ḧesenî bekir aẍaye
mêrde řojî tengane
berî hełneda gorane
mela řesûł bê feře
depêş bidaẍî geřa:
«xane! besî bê ew şeře!
îslam hemûy wergeřa.»
îslam pak wergeřawe
heta sêlmêy hełnawe
ta sêlim û beytasî
êxsîr be sê ’ebasî
be sê ’ebasî êxsîr
zînî řomyan û bargîr
leserî bû řemb û şîr
bidaxanî cîhangîr
bidaxan bû le dwayî
hezar meřî şogayî
her herzane, xořayî
deyanda meř û şayî
biznêk bênê dû kare
le mûy bikirê deware
behay biznêm dû pare
hezar ga bê cût bende
qîmetî gay xułabende
biłbasan karyan gende
le biłbasî gird û mird
xizmetî xanyan nekird
boye bedyan bo řabird
xan ’erzî şay lewan kird
boyeyan tegbîr lê kird
xan kutî: «xizmet be germênyan kird».
boye pakî bird qiřî kird
qiřî kird le zemanî
binořne tegbîrî xanî!
wa guzeran dezanî
emînî dewłetanî
biłbas zor bestezmanî
xizmetû nekird be xanî
boxow peyda kird ẍeyanî
tayfey bidax sułtanî
lekin padşay řewanî
menguř zor bestezmanî
bestezmanî bê şumar
neyanda xerc û bêgar
xanyan lê bû de’wakar
hatne pêş pyade û swar:
«małyatî nadeyn çi car».
way gut bapîrî nazdar:
«boxom debme ḧakmî şar
xanî derdekem ewcar
xanî derdekem yeqîn
boxom debme cênşîn
dełêm begzade çi nîn».
eger ew qise hat, řabird
xan řonîşt tegbîrî kird
qisey xoyan pak yek kird
’erzî padşayan dekird
padşa lewanî qibûł kird
bidaxanî gird û xurd
mangêkî dî sebrî kird
pak menguřî wexiř kird
sertapay xełat dekird
bidaxan kutî: «bimênim
bapîr eminit dezbênim
sabłaẍêt bo destênim
bapîr mebe întîzar
debê bibye ḧakmî şar
leberim heye yek kar
karim heye le wênderê
carê denêrim çeperê
çeperêkî beřewan
bo kin padşay be dił û can
meraẍey bikem wêran
padşay dekem bê xudan
boxot bibe aẍay hemuwan».
le menguřî gird û mird
qisey xanyan qebûł kird
be ḧewtuwêkî pakî wexiř kird
be sabłaẍê tegbîr kird
gwêw le min bê gelî cema’etê
kes be begzadan hełnexełetê!