kake mîr û kake şêx

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 5 minutes  734 views

kake mîr û kake şêx aẍay mergeyan bûn. meyteryan bo wiłaẍî xoyan qet nedegirt. debû jinî ře’yetan bê tewîley bimałê, espan aw bida, ka û coyan bidatê. eger xelas debû biçêtewe, deyangirt derkeyan lê degirt deyanga û deyannardewe. jin û kiçyan hîç neyeşt.

heyder goran pyawêkî řeşîd bû xełqî dêyekey pakî wexiř kirdewe; pakî qur’anî xward gutyan: «debê qiseman yek bê sibḧeynê debê bangi’êştinyan bikeyn bo małe heyder goranî, fesłî neharê».

kake şêx û kake mîr û dwazde bira bûn; bangi’êştinyan kirdin. her birayekyan de nêwanî dû kirmancanda dana. nanyan hêna dayan na; gutyan: «bîsmîlla». destêkîş gutî: «ya’ełła». her kes cîranî xoy girt, serî her dwazdan le meclîsyan biřîn. xwên beser nanîda řija. řayan kêşa małe kake mîr û kake şêxan. hemû jin û kiçî wanyan fesad kird, betołey xoyan ’îwezyan kirdewe. heyder goran hemû mexlûqekey hełgirt. pakî birde ser kûpełey ximî. pakî de ximî na, pakîşî de quřê nan. řoyn bo estembûłê bo şikayetî sułtanî. yay estî dełê be yay beẍdanê:

«xuşkê diłim be ẍûlûre, çendî be ẍûlûre

temaşay êxterxaney kakan bike, deber bor û bidewanim kewtuwe cil û hewsar û tûre

le dîwexanî kakan hełgîrawe hejde mûteka û dwazde mafûre

ew řojane xuşkî kakan ser bequř ban eger leser małê kakî meyan hełgirt kewł û taqim û sê qełat û sembûre

ewê řojê mil bekwên bay, eger le darî cengey leşkir le dû kakî me debû cembûr be cembûre

êsta bê saḧêb bûm ḧidûdî bê nîşane, bê seła bûn xanmî de řûsûre

çendim gut kake meço, małe heyderî pyawêkî ẍeyane, le dostayetî bedûre

xełqî merge! emin çibkem, çi bikirênim

boxom de’waye bikem ya besułtanî řabgeyênim

emin xwênî dwazde biray xom le kê bistênim?»

yay beẍdan dełê yay estîye:

«xuşkê ew heła û herayet bo çîye?

carê biçîn, cenazeyan bênînewe, le małe heyder goranî teslîmyan bikeyn begłîye

ew demî mesłeḧetî lê dekeyn bizanîn tegbîrman çîye».

çendî noker û pêşxizmete řawestawe

ewî ře’yet bê le wiłatî mergêda nemawe

çûne małe heyder goranî, cenazey birayan hełdegirt û deyanhênawe

bang leser bangyan lê dawe

dełê: «hîç kes way lê neqewmawe

le dwazde birayan yek nemawe».

pak kifit û difin kirawe

pakî çû de xakê nirawe

mexlûq bo małê geřawe

yay estî dełê: «xuşkê yay beẍdanê! xeberêkim debîst yekim dedeyna ẍułuwêk le derkî małe babî meye nazanim ew ẍułuwe ne şayîye û ne şîne».

kê bû le karekerê gwar zêřîne

lew layeřa deçû beguşadî û bepêkenîne

lew lařa dehatewe begryan û řûpçiřîne

dełê: «xatûnîne! werin, hemû wêkřa bigrîne

ew ẍułuwe le derkî małe babman bû, şayî bû, lêyan bû beşîne

le dîwexanê kakanyan hełgirtin aftawe û mesîne

le êxtexanê kakî meyan derhênan cwanûley de newzîne

xatûnyan pîl degirt û deryan dehêna

swarî cwanûleyan dekirdin be qerepoşî de şîne

be mirdin û tałanîş qayl nebûn jinyan be êxsîr birdîne

ca, me tegbîrê çilon bikeyn, xeberê bideyn be sułtanî emîne».

yay beẍdan dełê: «xuşkê! çendim gut: kake meço, berî mergê be mîwanî

meçuwe małe heyderî degeł heyder goranî

fêłî wanim gelêk zortirin le fêł û ferecî şeytanî

qet buwe, lekne xot, pyawetî bikey, bideyewe nanî

qet waş debê, bê řuḧmî û bê îmanî

serî dwazde birayan bibřî leser sifrey de nanî

xuła bika mergeyîyan bibînim her wehayan beserê

řisqî wanim biçîte ser piştî makerê

sed barî řeḧmetan bibê le kuřî mêrê degeł mêre diskerê

be tołey aẍay xoy hejdey dane ber xencerê

hejdey de dîşî dawîtne berê

le zebrî destan û le xwênî cigerê

ewa likey şil debû le xencerê

neḧlet le babî ew westaye bê lepaş kuřî mêre diskerê

eger sê bizmaran neda le goy xencerê

eger xencer bizmarî bibê, le deskî nayetederê

hey řo, birale řo!

ew cêy kake mîr û kake şêx lêyan dekird şeqên û şeřeko

êsta, mergeyî gûxorbab deykene birincař û pemo

kes nîye cûtey de aẍayan

cûtey naske swaran

hełgirê byanbatewe muqbirey kin babî xo».

«řeḧman» xoş bî «saḧb» řeḧmet le to