şêx ferx û xatûn estî 3

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 13 minutes  684 views

şêxał dełê: nazanim biłêm çîye?

ḧeqî min bekê tewaw debîye?

heta kengê bexořayî emin biçme meřîye?

eger ḧeqim dedenê îḧtyacim bedrawî nîye,

eger deşîłêm ’eyb û şûreyîye,

emin bo dirawî nehatûm metłebim şitêkî dîye,

gutyan: pêman biłê bizanîn çîye?

gutî: «qurban! le germênê le xizmet sułtanî qet pyawî wek emin muḧteber nîye;

hîç îḧtyacim bemałî dinya nîye».

gutyan: «axir pêman biłê bizanîn cîhetî çîye?»

gutî: «babe eger ḧezê deken biçme meřî bimdenê xatûn estîye,

emnîş deçme meřî be gořemergîye».

gutyan: «qisêkî saẍe; biła biçîne xizmet ẍełîfey bizanîn fermayşî çîye».

kê bû? le kuřî ẍełîfey taze lawe,

serî ciłewî xoyan berdedawe,

sebirsebir, le deştî germênê deyankirdewe řawe;

heta řoj le hemû şarêkî debû awa

dehatnewe małê xoyan debûn pyawe,

deçûne xizmet mam ẍełîfey îklamyan kêşawe,

deyangut: «qurban! şwaneken deřwa. meřeken bê saḧb mawe».

deygut: «şwaneke çî lê hat gelêkî bidenê mał û dirawe,

biçête ber meřî xoy ew şêxałe keçełe tewawe».

kuřî mam ẍełîfey gutyan: «qurban nayewê mał û dirawe».

gutî: edî dełê çî? dełê: «xatûn estîm dewê, kêl gerdin û bełek çawe».

mîr dełê: «řołe! yaxuła lemnu nekewê,

qet kiçî min ře şêxałe keçełî dekewê».

dełên: «babe çibkeyn ewe papey girtuwe,

meřekey xořayî kirduwe».

dełê: «řołe! wenebî;

meřî xořayî kird bekunê babî.

emin mîrî şarî dawdîyey bim qet kiçî min bo pyawî wa nabî».

hełistan kuřekan lekin babyan geřanewe bedwawe,

deçûn le daykî xoyan dekird seławe,

deyangut: «daye karêkî xirap qewmawe,

meřekan berhełdaye papey le xatûn estî girtuwe ew pyawe».

daykî dełê: «řołe! le řûm hełmegirin perdey ḧîcabê»

debê xatûn estî quřbeser bextî herwabê,

hetîwbarî tûşî estoy buwe, cergî daykî xera bê;

qet kiçî min bo şwanê nabê».

lewê qiseyan nebû tewawe,

kuřekan hestan herkes bo menziłî xoy geřawe.

sibḧeynê xeberyan beşêxałî dawe:

«sebir bigre hêşta kareke nebuwe tewawe:

xatûn estî qayle, daykiman řeza nekirawe,

ew mizgênîye beşêxałe keçełe dirawe,

gutî: elḧemdulîlla karim řastî hênawe».

şew û řoj herasî be meřî hełgirtibû, le bijwênî deleweřand, le serînçawey deda awe.

xatûn estî ferxî bexêw dekird ta şeş sałî debû tewawe.

xatûn estî bebabî řadegeyenê:

«xuła hełnagrê be mindałî heta kengêy demrênê;

ferxołe gewre buwe defamênê.

mesłe’et ewîye bîbene medresey xizmet mamostay biła bixiwênê».

mam ẍełîfe way cwab dawe:

«be xatûn estî biłên emin şarî dawdîyem bewî dawe,

carê ferxołem bo bika gewre û tewawe.

hêşta bo xwêndinê yek dû sałî mawe».

xatûn estî gutî: «temaşay babim ke, çend feqîr û bestezmane

etû ferixt nenasîwe dełêy şeytane.

bebê mamostaş dersî řewane».

mam ẍełîfe gutî: «eger waye tedarekî bo bigrê, boy bikate çiraxane,

řojî cum’ey deybeyne xizmet mamostay înşałla ta dersî bibê řewane».

xatûn estî, eger wadezanê leser yek debjêrê şukiranê, dełê:

«elḧemdulîlla, kuře feqêke deçête qutabxanê».

sibḧeynê beyanî denwênê,

pyaw denêrê mamosta feqêyan tê degeyenê:

«be mamostay ’erz biken, înşałla ferx dêtewe dersê dexwênê».

mamosta dełê elḧemlay xoş řadebrê guzerane

gutî be feqêkane

«debête şîrnî xwardin lew zemane;

mizgênîw lê bê ferxî kuřî mamadî dête êrekane,

degełî debê xatûn estî kêl gerdinê çaw cwane.

ca feqêyne hemû mebjêrnewe şukirane»

sibḧeynê, řoj serî derhênawe,

tedarekî xatûn estî bo ferxołey gîrawe,

le hemû řidênispî û pyawmaqûłanî degêřawe:

«elḧemlay şwênî mamadî nekujawe

ewe ferxołe debeyne ber xwêndinê û sibḧeynê beyanî denwênê, pyawêkî zor zerîfe, ’eduwan beşeytan û şimrîyan le qełem dawe».

ewî xełq deygut: «elḧemlay diroye pyawêkî zor zerîf û tewawe».

nardyan çendyan seyd û mela hênawe,

le mam ẍełîfeşyan degêřawe,

şîrnî û tedarek bo medresey řewane kirawe,

çend sîpare bo ferxî tewawkirawe.

mam ẍełîfe hat; řepêş kewt. xatûn estî ferxołey hełgirt, şarî dawdîyey becêwe tewawe,

hemûy řûy de medresey mamostay dekird, wejûrkewtin, lêyan kird seławe,

mamosta yek pê leber mam ẍełîfey û ew ’alemey hełsitawe,

mamosta wa awřêkî dawe,

gutî: «xatûn estî! yaxuła bexêrêy ewe ferxołet hênawe,

seyrî xełqî çi şête, deyangut: ferx bexêw nakirê dayk û babî nemawe».

hênayan sîpareyan de mist ferxî nawe,

bew destî sîparey girt, ew destîş qełemekeyan de mist nawe.

gutî: «řołe bixiwêne». gutî: «bełê mamosta dexwênim».

ferx dełê: «mamosta, elf, dełê bême, dełê cîm dełê hême,

etû kelamułlay xwar û seru bêne,

heta me’nay hemanit pê biłême».

eger ferx ew qisey kird tewawe,

şeqezlêkî le gwêy mamostay dawe,

gutî: «temaşay erzê bike»; mamosta ew dinyay dî beçawe,

gutî: «ferxołe zilêkî dîşim lê de». gutî: «mamosta hêşta ḧîsabit nebuwe tewawe».

mamostay fermûy: «mindałe; xatûn estî. êsta eger pêy bixiwênî

sefî debê; hêşta dû sałî dîy mawe».

xatûn estî ferxołey be’amêzî girt, bo małê geřawe bedwawe;

ferx degeł karî xoy meşẍûłe û degeł xatûn estyê bełek çawe.

lewê bimênê gêçełî şêxałe keçełî jyawe.

şêxał dełê: «çî dî naçme meřî; ḧeqim qerar nekirawe».

wêłdaş şwanî hatewe lewlawe,

hatote xizmet mam ẍełîfey, îklamî lê kêşawe,

dełê: «şwanekeman řoyî; betenê ew meře bo min nedeḧawawe».

mîr fermûy: «edî şêxał çî lê hat?» gutî: «qurban! nayete meřî dełê ḧeqim bo qerar nekirawe».

gutî: «çendî dewê bîdenê; çunke şwanêkî çake» gutî: «qurban! dełê ḧeqî min her xatûn estîy bełek çawe».

mam ẍełîfe nardî; her çwar kuřekanî hatin lewlawe.

gutî: «ewe çi qerar û medarîku degeł ew şwane ḧîzbabey řonawe?»

dełên: «dîsan manî girtuwe, meřeke berhełda kirawe.

le dûy binêrin bêtewe, da lêre karubarî bikeyn tewawe».

le dûy şêxałyan nard teter û êłçîye:

«bête êre; bizanîn karî wî çîye».

deyannard le dûy şêxałyan dehênawe.

dehate xizmet mam ẍełîfey, lêy dekird seławe,

mam ẍełîfe gutî: «dełên dû řoje meřit berhełda kirawe?»

dełê: «qurban! heta kengê biçme meřî beqsey natewawe?»

dełê: «metłebit çîye?» dełê: «qurban! abřûm lê hełgîrawe,

metłebî min her xatûn estîye.

eger ewîm dedenê, deçme meřîye;

eger ewîm nadenê małî dinyayem bo çîye?»

eger ew qisey dekird û degeřawe bedwawe,

le dûy kuř û jinî xoy denard, deyhênawe,

mîr gutî: «bełan ew meřey bifroşîn; etû bizane çi pełpêkim lê gîrawe».

dełê: «xatûn estîm nedeyey naçme meřî; qet buwe pyawî wek şêxałim bibê bezawa?

ew meřey nefroşim, çarem biřawe.

ferxołe le cêy dayk û babanî řawestawe;

emin biram nîye, ew taqe firzendey le paş becê mawe».

kuřekan gutyan: «biła bîdeynê; wek segî har biçête meřîye.

biła daykim biçê, qayl bika xatûn estîye».

mam ẍełîfe gutî: «kuře! xuła hełnagrê; ewe şanî min nîye.

xatûn estî bizanê, xoy dexnikênê dîsan tûşî min debêtewe hetîwbarîye».

kuřekanî gutyan: «qurban, biła daykim biçê bizanê, swal û cwabyan çîye».

daykyan narde kin şêxeł û xatûn estîye.

gutî: «şêxał! bizanim etû metłebit çîye?»

gutî: «řołe xatûn estî! etû cwabit çîye?»

xatûn estî dełê: «daye! bexułay xom dekujim. ewhe mêrdî min nîye.»

gutî: «şêxał! ewe mêrdit pê naka. etû cwabit çîye?»

gutî: «xanim! eger demdenê emin deçme meřî begořemergîye;

emin temam nîye, lêrey berim bo cêyekî dîye».

daykî xatûn estî ew xeberey hênawe bo mîrîye:

«dełê ḧaşa û madułla; ewe mêrdî min nîye.

dełêm şêxał, ewhe bo tû nabê; ew segbabe dełê: emin deçme meřî be gořemergîye».

nardîye kin kuřekanî: «çi bikem, çare çîye?»

kuřekanî gutyan: «babim qabîl bê û qayl nebê, xatûn estî her î şêxałîye.

dawmanetê çare nîye».

ḧukmyan kirde ser xatûn estîye,

debê her mêrdî bika beşêxałîye.

gutî: «xom dekujim; qibûłim nîye.

deçme şikayetî sułtanî estembûłê, debim be’erizçîye».

ḧukmyan lê kird debê her maret bikeyn beyekcarekîye,

deyannardine kin mela û sofîye,

xatûn estî hemû řûy xoy piçřîye:

«xuła hełdegrê; bezorim deden beşêxałe keçełîye».

xatûn estî hełat, xoy awîte kin babîye:

«babe! xuła hełnagrê; ew gêçełe bo min çîye?

babe dîwte beqsey tom kird dekêşim hetîwbarîye»

babî gutî: «řołe! çibkem, hîç desełat beçengî min nîye».

gutî: «babe! dena ewe xotu hetîwî xot; lew şarey deçme şarêkî dîye».

gutî: «řołe! keyfî xote; îxtyar be çengî min nîye».

daykîşî ḧezî dekird bîden be şêxałîye,

da ferxołe bê dayk û bab bibêtewe xořayîye.

kuřî ẍełîfey ḧukmyan kird tewawe:

«meř û małman xořayîye, bûyn boso û bennawe».

ḧukme xatûn estî le şêxałî marekirawe;

qewl û qerarî gořemergîye dandirawe.

qerarî ewheş kira: eger xatûn estî beřazî xoy nebê, destî lê nedrawe.

ewê şewê xatûn estîyan marekird, şêxał le xoşîyan dawetî kird,

gelêkî muxarîc kêşawe.

sibḧeynê kepenkî xoy beşanî da bo nêw meřî geřawe,

xatûn estî degrya, firmêskî çawanî detgut beḧir û awe,

ferx deygut: «ew giryaney meke tewawe.

elḧemdulîlla, ew kare kirawe,

herçendî muşterî dinyaye bû, lêt kişawe;

ewcar emin û tû lêk debînîn mirad û mexsûdman debê tewawe».

destî destoy xatûn estyê dekird gelêkî diłxoşî dawe.

sibḧeynê ke řoj me’lûmî kird kuřî de mam ẍełîfey tegbîryan kird: biçne kin xatûn estî, bew karey nařazîye, gelêk şêwawe;

jinêkî çake, kwêrewerîy gelêk degeł ferxołey kêşawe.

eger neharyan dekird, hełdestan lecêy xoyan, pyawêkyan denarde kin

daykîye:

«daykim! tedarekî bigre dêyn, deçîne xizmet xatûn estîye.

lêman zîzbuwe, çunke beḧukmiman dawe beşêxałîye».

kuřî mam ẍełîfey ke lewê hatin wawe,

çendyan keyxuda û seyd degełe xoyan hênawe,

dehatne xizmet daykyan, ewîşyan řegełe xoyan xist, deçûne xizmet

xatûn estyê lêyan dekird seławe,

deygut: «bexêrên, serçawî min, biray detewawe»

«eger emin hênde xerabûm, bo newdekuştim, emnu beşwanêkî keçełî ḧîzbab dawe»

deyangut: «xuşkê! karî xułaye û wa qewmawe».

daykî zorî diłxoşî û dełałet dawe.

eger way dezanî xatûn estîye,

dełê: «birale! hîç lengom nîye gileyîye,

boxom bedbextim lekin xułay çarem nîye,

mam û amojnim demirin, tûşî estom debê hetîwbarîye.

dêm ciḧêł debim, biray xom ḧukmêm lê deken, marem deken le şwanêkî keçełî xwêřîye.

birałe engo xoş bin, emin dinyay fanîm bo çîye?

çî dîm hetîwbarî pê nakirê, howeta. ferxołey xotan berne kin kesêkî dîye.

çî dî emegê nakêşim bexořayî degeł hetîwî xełqîye.

gutyan: «xuşkê! beşî xoman da betû şarî dawdîye,

mełê emnî dawe beşwanî, beşim bemłikyewe nîye,

xuşkê! eger le ferxołeş depirsî, ewîş îxtyarî beme nîye.

xuşkê! biła biçîne xizmet mam ẍełîfey bizanîn, fermanî çîye».

gelêkyan dawe diłxoşîye,

gutî: «birale! bexêrên taze swal û cwabim çîye?»

ca lewyan xwast merexestîye.

hatne dîwanî mam ẍełîfey, îklamyan kêşa řawestan dest leser destîye.

mam ẍełîfe serî hełnehêna çawî nekirdin le çawîye.

naybêk lewê řonîştibû gutî: «qurban! boçî le kuřekanî nakey merḧebayîye?»

gutî: nayb! ca ewhe yekyan kuřî min nîye.

îxtyarî şarî dawdîyeş beçengî min nîye.

ewe êreşyan bo becê dêłim, deçme derkî sułtanî estembûłê, debim be’erizçîye.

dełêm qurban! qet naḧeqîm qibûł nîye,

çwar kesim lê peydabûn, kes nazanê, ewe kwênderîye.

lêm bûne lotî û şerabxor. lêyan dagîrkirdûm şarî dawdîye.

taqe kiçêkim bû beḧukmyan lê estandûm, dawyane beşwanêkî keçełî,

negbetî xwêřîye.

emin naçmewe meskenî xom çi carî dîye.

sułtan defermuwê heta boxot bibî, kes ḧeqî nîye.

dełêm eger îxtyar bexom nebê dinyam bo çîye?

eger wabê, deçme wiłatî xarîc, xizmet şahenşahî, mwacbî xom

werdegirim deyxom bednicîye».

ca biła bêyne ser şêxałe keçeł. dełê: «xatûn estî le min marekirawe,

boçî nayete meřîye?

eger emin şwanim, ewîş bibê bebêrîye,

eger ew nayete meřî, emnîş berhełday dekem bibê xořayîye,

eger gutyan: were biço meřî dełêm: bo diłî xom kêşa ew kwêrewerîye.

emin lengo dewłemenditrim. aẍayetîy min le îngo kemtir nîye.

emin serbaz û nîzamim lengo pitre.

eger dełên naynêrîne meřî. deçme derkî sułtanî estembûłê, beḧukim

jinî xom destênim, ewem lew karey çaktire».

eger ew xeberey bekuřî mam ẍełîfey dawe,

kuřî mam ẍełîfey bo dayk û babyan gêřawe.

gutî: «ewe xasîyetî çîye bibê bebêryêkî tewawe,

xuła dezanê, lêy marekirawe».

eger ew xebereyan da be xatûn estîye.

dełê: «xułaye! nemkujî çarem nîye.

qet buwe şêxał şwan bê, emin bibim bebêrîye

emin çilon qibûł bikem ew naḧeqîye?

ew bê suḧbetîyanem beser hatuwe, ewîş leser ferxî dawdîye».