mem û zîn 8

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 13 minutes  737 views
dengî leşkiryan da le şarî cizîrê
swar swar debin, qoşen řastey lê degîrê
mîr hat û řonîşt le dîwanê
dełê: «bênin, qetarê bar ken le genc xanê
biçin ew wiłatem bo berḧeq biken, ca dênim şadew’îmanê».
destî dekird le ’irfo û çeko û bengîney be xełat bexşanê
dûbare hemû en’amî danê
qeretajdîn, bangyan kirde dîwanê
xełatêkî zor gewreyan kird, hemû kes bizanê
înca merexest kiran debê biřon sibḧeynê.
hełistan bebê fikirî,
herkes deçêtewe menziłî xoy degrî
eger ewê şewê bû tewawe
sibḧeynê beyanî dawe
şeypûryan kêşa, ała hełkirawe
mîr boxoy hełsita boxoy hate ew nawe
leşkiryan beřê kird, leşkirêkî ’ezîme, tewawe.
’irfo û çeko û qeretajdîn û bengîne emanetî mîrmemî zoryan dedawe;
mîr û kakemem û bekir’aẍa geřanewe be dwawe.
mîr bedzî be bekirî degut:
«eger yayezîn bizanê, karman natewawe
debê biłên, kakemem serkirdey leşkirî bû, řoy bew lawe».
le paşan mîrzêndîn û bekir kakememyan xiste zîndanê
bekir û mîr pêkewe çûne dîwanê.
tajîyekî kakememî bû; eger zanî kakememyan de zîndanê hawîşt, çuwe derkî yayezînê.
yayezîn dełê:
«qerewaş û kenîzî min, engo gelêk dilêrin
kakemem çote leşkirî, ew tûtke tajîyey geřawetewe zor çakî nîga bidêrin».
hemû řojê nanyan deda be tûtke tajîyekey, qepî pêda dekird hełî degirt, deybird bo kakememî de zîndanêy dawîşt. heta çil şewî her wabû. řojêkî mizgênyan hêna, leşkir hatewe. yayezîn kutî: «ew leşkir hatewe, ew tûtke tajîye bo wa lawaz buwe; ca emin çibkem le xecałetî kakememî» kutî: bênin, lekin emin nanî bidenê, bizanin ew tûtke têru nekirduwe, wa lawaze. nanyan awîte berê, qepî pêda kird, hełî girt û birdî. yayezîn boxoy wedûy kewt. kutî: «kiçê, bo kwêy deba ew naney?» kutyan: «qurban! hemû řojê nanî dedînê, deyba, deřwa». tûtik geyîye ser zîndanê boy berdawe. eger yayezîn çû, temaşay kird, pêy zanî, ewe zîndane, kakemem dewêdaye. yayezîn degrî; dełê:
«řûsya bûm, babanim wêrane
emin leknim wabû, etû serkirdey leşkirî, çûy berḧeq bikey ew ’êlane».
mîr mem dełê:
«yayezîn, gyane!
çil şewe, be qisey bekirî cêgam zîndane,
şam û neharim buwe be cemî segane».
yayezîn dełê:
«hey le xom řûřeş û baban wêranê
taqe kuřey birahîm padşay yemenê bête şarî cizîrê be qisey minî ser betał û bê xudanê».
mîrmem dełê:
«ey xuła, be řeḧmetî tom şukirane
emin nemzanî le şarî cizîrê bekir wa şeytane
le xom xanexerap û mał wêranê,
hîç cwabî dîm nîye beẍeyrez şukiranê
zułfî xot bike tenaf, bizane derim nayenî le zîndanê.
serî min eger dertihênam, leser koşî xotî danê
ca ewdemê şukiranebjêrim, eger pêmerdî xułam bêneserê bo gyankêşanê».
yayezîn dełê:
«eger birahîm padşay yemenê bizanê
dê, şarî cizîrê wêran deka, leserî kuřî xoy le ḧewlad û tayfey min debřî řê guzeranê».
înca melîk řêḧan hatuwe lewlawe,
sertapa xwar xoy de quřê hełkêşawe,
dełê: «yayezîn, be qurbanit bim, ewe çi buwe, çi qewmawe?»
yayezîn dełê:
«melîk řêḧan, etû hatûy, be qumarbazî degrî.
etû nazanî, çak nabî, çunke le ewladî bekirî?»
melîk řêḧan dełê:
«qurbanit bim, emin kwêrim bû çawe
le min waye mîrmem serkirdey leşkirîye çuwe, mał û tałanî hênawe.
êsta sełam lê řabû, dełên: le zîndanêda zelîl û meḧtel mawe».
înca mizgênî hat, leşkir û qoşen le şarî cizîrê bû biławe
înca xeberyan be yayezînê dawe.
yayezîn eger wa dezanê,
sertapa xwar xoy hełdekêşa de quř û ximxanê,
be kûçey şarî cizîrêda dê, dest deka be giryanê.
’irfo û çeko û qeretajdîn espêkyan be pêşkeş bo kakememî hênabû;
ewa deygêřn le karwanseraye û le kołanê.
yayezîn dełê:
«qeretajdîn aẍaketan kwanê»
engo bo aẍayetêw becê hêşt, çil şewe cemî degeł cemî segane le zîndanê».
bengîne dełê:
«eger nemirim, bijîm, bimênim,
debê leşkir û qoşenî şarî yemenî bênim,
debê řîşey ḧewladî mîr û bekirî derênim».
’irfo dełê:
«emin ’irfome,
beranêkî be esrome,
mîrî birat le şananřa degrome»
qeretajdîn dełê:
«emin qeretajdînim,
le piłîngekanî çeng bexwînim
eger nemirim, mîrî birat de şananřa derdênim».
çekoş dełê:
«emin çekoyekim benawe
le swê mîrmemî kwêrim debuwe hertik çawe.
xuşkê yayezîn, gileyîyanim lê meke, kwêrim buwe hertik çawe
êsta debê şarî cizîrê text û tarac bikem, bîkem biławe.
xuşkê, pêm biłê, bizanim mîrmem mirduwe yane mawe».
yayezîn dełê:
«çi bikem emnî qelender û mał wêranê
nemirduwe û nemawe; ewe zelîle lenêw zîndanê».
înca ew çwar şêre be giryan dehatne xwarê le kołanê,
hemûyan dehatin, degeyne ser zîndanê.
deyangut: «yayezîn! mîrî bikujîn ya kakememî derênîn le zîndanê?»
yayezîn dełê:
«be qurbanu bim, damemênin,
carê karêkî wa biken kakemem bo derênin»
înca yayezîn kezîy xoy be’ałqe be’ałqe kird awêtye zîndanê
kakemem awêtye esto û binengiłî xoy; destyan kird be hełkêşanê.
yayezîn dełê:
«bîden bemin». serî xoy hełgirt, leserî koşî xoy danê
kakemem dełê:
«ya řebî, be řeḧmetî xułay debjêrim şukiranê
yayezîn! emin çawim nabînê; ’irfo û çeko û qeretajdîn û bengîne kwanê?»
yayezîn dełê:
«cergim biřa, kesim nemawe
etû nazanî, ewane le leşkirî geřanewe, pakit le dewrêy řawestawe?»
kakemem dełê yayezîn,
«pêyan biłê gerdinim azad biken; dewłet zyad û małî awa
le tû dîdar axret bûm, le ahî dayk û babim mexsûdim nebû tewawe».
yayezîn, eger wa dezanê,
dest deka be çember û giryanê.
be řeḧmetî xułay mîwan dehatne ser kakememî bo gyan kêşanê.
kê bû le kakememî bełek çawe,
çawî xoy le řûy yayezînê kird biławe.
’irfo û çeko û qeretajdîn û bengîne dest deken be giryanê,
mîrzêndîn hełdesta dehate kin ewan le dîwanê
ewîş wek ewan des deka be giryanê,
dełê: «xuşkê, yayezîn! biła kakememî hełgirîn bîbeynewe dîwanê».
bengîn dełê:
«ey mîr, be qurbanit bim, çi destanî mekenê
«emin emanetî birahîm padşaye debê bîbemewe yemenê».
mîr dełê:
«bengîne, gyane!
«emin nemzanîwe kuřî birahîm padşaye hatote êrekane
emin dezanim cizîr leser ewî debê wêrane,
mesłeḧet eweye debê, her lekne xom bê goř û gořxane».
qeretajdîn dełê:
«debê her lêre bê, çunke le yayezînê mîwane».
’irfo û çeko dełên:
«be destî xon deybeyne gořxane.
çunke mîrmem maşuqêy yayezînêye, heta mirdinê yayezîn xuşkî hemuwanmane».
bengîn dełê:
«bê aẍa û bê wetenîn
çunke mîrmem ẍerîbeye, biła biçîn boxoman qebrî bo hełkenîn».
mîrzêndîn dełê:
«xułakey! bengîn çit lew qisey dawe
nemzanî kuřî birahîm padşaye; kwêrim bê hertik çawe
lemêje nardûme qebrî bo hełkenawe».
kakememyan birde ser tateşwarê û şorawe,
hełyan girt bo gořxanan, lewê teslîm bexakê kirawe,
bangêkî xoşyan lê da, geřanewe be dwawe.
înca eger şew beserda hat hełî kirde řêjney baranê,
yayezîn êsta bo kakememî des deka be giryanê:
«taqe kuřî birahîm padşay yemenî cwanemerg bû le serî min baban wêranê
ḧełałî dinyayem lê ḧeram bê heta xuła deka dîwanê;
çibkem le xom řûsyayê, qelenderê
bo dayk û babî mîrmemî degeyne yemenê xeberê
daxułay, şarî cizîrê degeł top û topxaney yemenê çî be serê
çibkem, le çengim derçû, emin mil bekwênê
şarî cizîrêm lê xira deken kesim le ewladê namênê».
kê bû le bengîney diłsûtawe,
dehate xizmet yayezînê deygut: «yayezîn! çawim kwêr bû, aẍam nemawe».
yayezîn dełê:
«bengîne! emin babanim xerabû tîrim le cigerê dirawe».
bengîne dełê:
«debê bebê kesî biřom, bo şarî yemenê, dewłet zyad û małê awa».
yayezîn dełê:
«heyřo! çibkem, emnî qelenderî
heřo, biřo be xułat be zamin dedem, be emanet be pêẍemberî».
kê bû le bengînî gułbawe,
esp û tajî de ximî dena û bo yemenê geřawe.
dwazde mang û bîst û çwar řojan be şîn û giryanî ajwawe, heta degeyîye
derkî birahîm padşay yemenê bang leser bangî lê dedawe».
birahîm padşa wederkewt, dełê: «bengîn! kakemem çî lê hat û çî lê qewmawe?»
dełê: «birahîm padşa, be qurbanit bim! derdêkî geyîye, ’emrî ḧeqî becê hênawe».
birahîm padşa dełê:
«bengîne, çi dekey lemnî bê kuř û feqîrê
çibkem le yemenêřa çilon bigeme şarî cizîrê?»
daykî memî, eger wa dezanê, leşkir û qoşenî deng dawe
her bew şewey ałay hełkird, beydaẍî řakêşawe
bengîn bang leser bangî lê deda, bo şarî cizîrê geřawe.
bengîn dełê:
«deřom bo şarî cizîrê bo kin aẍakey newciwane».
dehate xwarê dwazde mang û bîst û çwar řojane
dehate dewrey şarî cizîrê, dawrit [?] daybest top û topxane.
yayezîn nardye kin mîrzêndînî: «merexes bifermuwê, deçme ser qebrî kakememî». mîr tegbîrî be bekirî kird, kutî: «merxestî bikem, ya neykem?»
kutî: qurban! merexestî bike, dezanim, be hawaryewe dên; deşqem bo xatrî yayezînê xerapeman neken». mîr fermûy: «biła biçête ser qebran, merexeste». yayezîn begryanê çuwe ser qebran. ewe yayezîn geyîye ser qebrî kakememî. bangî kakememî deka.
dełê: «xułaye, ne bekebrênî, ne besebrênî
boxot gyanan dedey, gyanan destênî
kakemem, ’emrekem, etû nabê carêkî ser hełênî?»
kakemem dełê:
«xatûnê! bo wa şêt û kem eqłî?
řûmetî tom gelêk cwantirin le desrokey guł gułî
heta dinya xera debê, pyaw ser hełnayenê le małe giłî».
yayezîn dełê:
«xułaye, beẍeyrez etû kes nîye bimênî
emin çî dîkem bo mecûzatan nejênî
emin be kêlî kakememyewe bimrênî.
xułaye, etû kerîmî, qadrî»
mîwanî xułay dê, řoḧî le yayezînê werdegrî.
xeberyan da bemîrzêndîn: «yayezîn mird». mîr be bekirî fermû: «biřo, qebrî bo hełkenin». kutyan: «qebrî ho lewê hełkenin». hercêkî paçyan lê da bû berû le hîç kwê hełnekenra; lekin kakememî nebê. qebryan tewaw kird. yayezînyan teslîm kird. dayanpoşî kutyan: «yałła biřoynewe». şeqjin le qebrî kake mem û yayezînê hat. bekir kutî: «aḧa! dest hełnagirin ewa le qebrîş çûne bałî yek»:
bekir’aẍa dełê:
«mîr etû mîrêkî saḧb xatrî
le hemû karan ’eyb û ’aran le min degrî
xuşkî qe’bey tû le qyametêş des le xełqî hełnagrî».
mîr kutî: «hemû karêkî pê kirdim, denca bîkujin»
bekir xoy awête nêwanî qebrî kake mem û yayezînê. xwênî bekirî le nêwanî qebrî kakemem û yayezînê kewt, êsta bû be zî lewê şîn bû.
karî wan bû tewawe
’irfo sertapa xwar xoy de quřê nawe
çekoş xoy le ximî dawe
bangêkî xoşyan le bo mem û zînan lê dawe
be xemnakî her kese bo małe xoy řoyewe û geřawe
xeberyan be birahîm padşay da, yayezînîş mird, lekin kake memyan naşt.
kê bû le birahîm padşay zenwêre
kutî: «îdî kes pêm nełê le paş mem û zînan şarî cizîrê nîgabdêre
sibḧeynê pakî nuẍro dekem deçomî cizîrî dekem ser berew jêre».
înca ke sibḧeynê beyanî dawe
birahîm padşa le xewê hełsitawe
dełê: «çi bikem? le ’eybet mîrmemî kwêrim bûn hertik çawe».
řûy top û serbazî de şarî cizîrê kirawe.
bengîne aẍay çuwe boxoy serkirdeye û zigî sûtawe.
řûy de małe bekirî kird; herçî geyyê serî biřî, sîngî hełênawe.
řûy de małe mîrzêndînî kird, qetî yek xelas nebû, yekî nemawe heta becarêkî asaryan biřawe.
ca xatûn estî kwênî deber xoy kird, çû le pêş birahîm padşay řawestawe,
dełê: «padşa, mem û zîn çûn, asarî małe babim biřawe».
birahîm padşa destî destoy xatûn estê kird, kutî: «etû kiçî minî etûm le cêy kakememî řonawe».
destî destoy xatûn estî kird, çuwe ser qebrî mem û zînan byanka tewawe.
geyne serqebran, degeł leşkir û qoşenî bangêkî xoşyan lê dedawe.
kê bû le birahîm padşay newciwane,
kwêrayîy geyîye hertik çawekane,
dełê: «be serînî pîrî beşim bê kuřî û zig sûtane.
řołe! xatûn estî nayemewe şarî cizîrê; şarêkî bedqedeme, wîstiraḧet girane.
řołe! şarekey yemenê, bê kuřî aẍay û serewêrane».
xatûn estî dełê:
«le swê mem û zînan wexte wergeřêm le dînî,
hîç bab û biram nemawin, leknyan řobnîşim be perjînî».
birahîm padşa dełê:
«řołe! şarekey cizîrêm be berat da heta mirdinê be qeretajdînî»
«înca emin kakememim çû, hom kewtotewe bengînî».
qeretajdîn dełê:
«çi bikem birahîm padşa? aẍayetîm pê nakirê, cergim biřawe,
«xizmetî mîrmemim gelêk nekird, emegim behîçê dirawe.
«xuła dezanê kuřî toye; biła emin hîç kesim le şwênewarê nemawe».
sibḧeynê tedarekî degirt heta ḧewt řojan her xêr û qurbanî bo mem û zînan kirawe,
le paşan ałayan hełkird û beydaẍyan řakêşawe.
cizîr be qeretajdînî teslîm kira. geřanewe be dwawe.
birahîm padşa le ḧesretan kwêrî bûn hertik çawe.
dwazde mang û bîst û çwar řojan leşkiryan hênawe be dwawe
daxil be şarî yemenê debû, hemû kes xoy de quřê nawe
bengînî kirdye kuřî xoy û beser şarî yemenêy danawe.
ya řebbî! «řeḧman bekir nemrî» beçwar řojan ew bendey bo saḧbî ałmanê kird tewawe,
îsay řuḧułla leser saḧbî ałmanî řawestawe
aẍay saḧb be saq û selametî le hemû deryayan peřîwe le dayk û xuşkî xot bike seławe.