V

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 5 minutes  775 views

degêřnewe řêwyêk şewêkî çû bo mirîşk xwardinê. çuwe serbanî ximxanêkî, le řoçnêřa de ximî kewt. hemû gyanî şîn bû. be gungeyda wederkewt. temaşay kird hemû gyanî şîn buwe, çuwe kin kełebabî. kełebab kutî: «mam řêwî, bo kwê deçî?» kutî: «mełê mam řêwî; biłê ḧacî. tobem kirduwe; deçme ḧecê. etoş degeł xom debem». kełebab kutî: «emin ḧecim lê nekewtuwe; nayem». řêwî kutî: «xêr; debê bêy. xericit boxom dekêşim». kełebab le tirsan neywêra biłê nayem, řegełî kewt. le diłî xoyda didanî le kełebab tîj kirdibû; be zahîrî du’ay dexwênd, zîkirî dekird, ta kełebab bizanê řêwî tobey kirduwe. kełebab le tirsan her pê dizîlkey bû; řoyn heta geyştine mêşêkî temaşayan kird pepusłemankeyek leser darêye. mandûnebûnî le řêwî kird. kutî: «mam řêwî! oẍirbê». kełebab kutî: «mełê mam řêwî biłê ḧacî, řêwî tobey kirduwe, deçête ḧecê. emnîş degeł xoy deba. etoş were biçîn». pepûsłemanke kutî: «řawestin, deçim xuła ḧafîzyê le małê dekem, zû degeřêmewe». leserî řawestan heta dêtewe. řêwî le diłî xoyda xoşî xoşîy bû, deygut: «dû nêçîrim wedest kewtuwe». pepûsłemanke zû geřawe; milî řêyan girt û řoyn heta geyştine ser çomêkî; temaşayan kird mirawêk le awêda hatuçûy dekird. mandûnebûnî lê kirdin, kutî: «bexêr! bo kwê deçin?» řêwî kutî: «tobem kirduwe deçme ḧecê». kełebab kutî: «mirawî! etoş were nîzîk mirdinte tobeyekî beḧeq bike, bełkî xuła bitbexşê». kutî: «zerîfe, emnîş dêm». le awê wederkewt řegełyan kewt. řoyn heta geyştine darêkî; qişqełeyek leser darêkî bû, mandû nebûnî lê kirdin, kutî: «bo kwê deçin?» kutyan: «de xizmet řêwîda deçîne ḧecê». kutî: «mału şêwê, engo şêt bûn; řêwî hemûtan dexwa». kutyan «na; mam řêwî tobey kirduwe; hemû řojê beřojuwe; le awî şewê parêzê deka. deçête ḧecê». zoryan deber qełê hełxiwênd; axrî hate xwarê. řegełyan kewt. řêwî le řêye her leber xułay depařawe. şewê geyştine kêwêkî; şewê lewê menziłyan girt. řêwî kunêkî dîwe, hemûy dewê kirdin. boxoy le zarkî kunekey danîşt. nîweşewê zorî birsî bû; çunkî ewê řojê hîçî nexwardibû. zorîş mandû bibû, kutî: «wêsta wadey xwardinyane». qişqełe le jûrêda pêy gutin: «małwêranîne, dîtan çilonu xo degîr xist? wêsta řêwî hemûman bang deka. yek yekî demanxiwa. her kes merde xoy necat bida». řêwî hewłê kełebabî bang kird kutî: «were, dû sê qisan bike nezîrêkim bo bigêřewe». kełebab le tirsan hate zarkî kunekey. řêwî kutî: «kełebab, etû boçî xewt le xełkî ḧeram kirduwe; nîweşewê des dekey beqîjeqîjê? meger etû çî wa dekey? meger xuła etoy boye dirus kirduwe?» kełebab kutî: «ḧacî řêwî, emin qazancim heye bo xełkî, bo nwêjyan wexeber dênim, bo kasbyan wexeber dênim». řêwî kutî: «zerîfe, ew ’uzret lê qebûł dekem; emma eto zor bê şermî lepêş çawî benî ademî swarî mirîşkî debî şermê le şay nakey.» kełebab destî beqsan kird; řêwî tund be’estoy da nûsa xinkandî û xwardî demulutî xoy estiřî, bangî mirawî kird. mirawî le tirsan hatepêşê. řêwî kutî: «mirawî etû bo le beḧranda her çiştî xoş dexoy, gwê nadeye kes?» mirawî le tirsan lerzî, leserřa be’erzêda kewt. řêwî ewîşî girt xwardî. zarî kunekey girtewe, neyełê ewanî dîke biřon. bangî pepûsłemankey kird, gutî: «were, serguzeştêkim le ḧîkayetî suleyman pêẍemberî bo bigêřewe, etû zor xizmetî wît kirduwe». pepûsłemanke le tirsan hatederê. řêwî kutî: «etû ew tace çîye leserxot nawe; meger etû paşay ya wezîrî? diroyan dekey; dełêy emin zorim xizmetî suleyman pêẍember kirduwe». gurcêkî girtî û xwardî. berî beyanî bû, řêwî zorî birsî bibowe, bangî qişqełey kird, gutî: «were pêşê». qişqełe le tirsan hate pêşê. řêwî kutî: «eto boçî zer’atî xełkî dexoy, we hêlkey ewan dedzî? meger xełkî kasbê bo tû deka?» qişqełe kutî: «řastî gunahim zore emma le řêy xizmetîyewe şitêkit pê dełêm; le paşan keyfî xote». řêwî gutî: «biłê bizanim». qişqełe gutî: «kełebab û mirîşkêkim pê şik dê le zemanî ḧezretî ademîyewe mawin heta ewřo. eger îznim bidey, deçim, botyan dênim; le pêşda ewan bixo, le paşan emnîş bixo». řêwî gutî: «zerîfe zorim birsîye, zû werewe; eger bêy ew karey bikey, natxom». qeł řoy çuwe dêyekî. sibḧeyney zû bû dû seg le ḧesarêkîda gepyan deda; xoy beseyekan nîşan da; seyekan ředûy kewtin. beqestî zor be qinde qinde deřoyî, heta wedûy kewtin hênanî heta geyştine řêwîyê; qeł îşaretî kird le řêwîyê, gutî: «ewetan». řêwî ke segekanî dî, destî hełweşand, gutî: «qibûłe, meyanhêne pêşê. qişqełe be qisey nekird, řêwîy be seyekan nîşan da; seyekan wedûy kewtin, řêwyan kuşt. tołey ew de’bayaneyan lê kirdewe. boye wêsta řêwî eger segî tê berdeden, destî hełdeweşênê.