cêjnî îstiqlalî azerbaycan

From the Book:
Aɫekok
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  843 views
demêk bû deşt û der yexsîrî îstibdadî zistan bû
ewî çûbê be derdî kurdî mezlûm baẍ û bêstan bû
le cêy badî seba şexte nesîbî newnemaman bû
le cêy bulbul qelî řûřeş newaxwanî gułistan bû
le agirda ewî det dî likî serwî xeraman bû
le ser dangey, hełałe û swêsne pêşêlî ḧeywan bû
muxteser ew der û deşte cwane
kurdewarî bû be des bêgane
le kin cedî û delu û ḧut wa kira bû şerit û pêş bînî
nebînê kes çemenzarêk be zerd û sûr û nexşînî
geyşte asmanî şîn henasey sardî sara û kej
ke řojî diłgerm eḧwałî deşt û kêwî wa bînî
penay bird bo ḧemel newrozî sułtanî xeberdar kird
şemałî kirde komek day be xoşî, esleḧey tînî
wek pena birdinî ême bo řûsNamed-Entity
ta wedes bêtewe dîn û namûs
le serřa tîşkî têgirt ew şemał lew lawe řaymałî
pisandî bendî qelbî kewyekan hewr û guřu gałî
le dêřa derkira dey çû be tałan textî îsfendarNamed-Entity
ewendey qennekêşê sengerî behmenNamed-Entity kira xałî
le xaş xaş hełkira beydaxî sûrî fetiḧ û pîruzî
le pîroze û zûmeřřed řaxra bo şay behar qałî
deşt û der bû ke le des befra dîl
cêjnî azadî têda bû teşkîl
heta bigrê tedarek xakelêwe pêy dira destûr
be bałay newnemamanî biřî kutałî zerd û sûr
wenewşey kirde xałî sûçî lêwî cogeley awan
le mil gyabend û xawî kird le şewnim bendek û bermûr
kiławî ’îzzetî na ser serî darî berî, serwî
be def zen hełbijard û naye des qumrî û hezar semtûr
padşay banemeřî zahîr bû
cêjnî azadî behar dayr bû
kedîtim bulbulêk lew wexte xoşeş da denałênê
dese û dawênî xare bo guł û eşkî debarênê
ke ey bêruḧme azerbaycanNamed-Entityyiş paş hemû dîlî
muweffeq bû be xoşî û beyreqî azadî denwênê
emin takey le zîndanî xeman da deste û ejno bim
le ber çî wek gelî kurd şeş derim gîra le nerdênê
guł gutî bulbulî kurdistanî
mutrîbî komełî jêr destanî
gelî kurdîş be merdane eger des den be destî yek
le sefḧey qelbî xoyan cumleyî buẍiz û ẍerez ken ḧek
be yek aheng û yek awa biken hawarî azadî
metałyan kaẍezî řeş buwe bê nûkî qełemyan çek
wek azerbaycanNamed-Entityy řûsNamed-Entity le sayey beyreqî sûrda
debin azad û serbestî desênin bê guman û şek
ew demî destemlan bim legełit
’ar nîye laçuwe çiłk û çepełit
deka bulbul be sozî dił be ahengî řesa feryad
xuda ya mîlletî kurdîş wek azerbaycanNamed-Entity azad
bikey takû gułêş bênête cê awatî muştaqîm
bese derdî min û kurd, min le des hîcir, ew le des bêdad
muweffeq bê supay sûr ta ebed kurdîş le sayey ew
bibin azad le jêr pencey esîrî dêwî îstibdad
her sitalînNamed-Entity bijî ser çawey dad
hełkenî zułme le řîşe û binyad