řewabîtî ferhengî

From the Book:
Aɫekok
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  887 views
katê bay we’de destî kird be xuřîn
dey û îsfendî weder na le kemîn
wişke pûşî der û deşt poşîyewe
lecêgay kifnî sipî mawetî şîn
berqî şemşîrî be řiq xoy derxist
awî kanyawî le tirsan toqîn
zêwî goy dalde betałan řoyî
bû be neẍdîneyî lale û nesrîn
day le bêřlînî řinû dûrzenî hewr
çon le bêřlînî deden mutefîqîn
erteşî sûrî şeqayq wek řûs
hîtłerî befrî wederna lezemîn
’erzî piř kird le’etir badî seba
wek beze û ’edłî řefîq îstalîn
behezar weznê hezar şî’rî degut
geybuwerîzî hejar û poşkîn
gule şilêre le qebran mil kiz
bo birakanî şîmal deykird şîn
pelî çałûkî besûrî detgut
çengî turkane bexwênman řengîn
gule xaş xaşe cerg řeş bo kurd
şetłî xwên herwekû şêxî şemzîn
gutim ey bexte heta key ta çend
to xewałûbî emeş dił ẍemgîn
key debê hewłê bidey hełbigrî
ser, serî ême, serî xot le serîn
yanî zistanî xeman key deřwa
ya kengêye beharî zanîn
kengê qel laqî le baẍit debřê
bulbul û bazî debin cêgenşîn
befrî negbet ke leserman barî
beşney ’îlmî le’erzî debřîn
kengê baẍ û gułî dîn û namûs
bowe pêpest nebê dekirê perjîn
kengê ’erzêkî dekêłên bo to
kengê towêkî deçênîn bo şîn
kengê çînrawî degate ber û bo
key bebahoy kuře kurdêkî dejîn
her le koł bêtewe swarî kere şel
namewê îdî be maşên bifřîn
herçî xełkî zewye lîsanse
çi debê ême zimanêk fêr bîn
gutî bo bêxeberî lew beyne
çaweřêy řabîteyî ferhengîn
dewłetî şořewî yan kewkebî bext
ewî sermeşqî hemû xoşî lewîn
beyreqî sûrî be řûsurî nwand
zehleyan pêy çuwe har û bedbîn
lepena kutkî ’edałet kêşay
dasê bo hejgełî załim dûrîn
bo necat danî esîranî cîhan
xwênî řişt mîlletî waxwên şîrîn
ke le wîcdan û ’edałet darî
bo feqîran û ze’îfane mu’în
ta lerûman hełê nêw xełkî çûn
bergî zanistî be berda kirdîn
ta zimanêk bê ke pêy hawar keyn
bo ḧuquqman û nełên kurd weḧşîn
sazî kird yaneyî zanist boman
ba we řûḧ bêynewe çîdî nemrîn
ke birîndarî be kêrdî dîlî
kurde her xwêndine dermanî birîn
zerd û mahêk bû ke lêy ser kewtîn
be humêdim pitrîş serbikewîn
bo hemû kurdî wiłat pêwîste
ke bibêjê be seday berz û metîn
bo hejar perwerî û ’edił û dad
bijî îstalîn û şad bê lînîn