dû birake

From the Book:
Hemîşe Behar
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 7 minutes  942 views

beyanyan zû hełsan le xew zor xoşe, boye heło hemû řojêk lepêş melabangidana heł’esta û eçû lenaw baxçekey xoyana- ke hewa fênk bû- destî ekird be cîmlask, heta hetaw ekewt. leşî wekû mêw û řonî lê hatbû, elemî têda nebû, înca daykî hêşûyê tirêy le mêwekeyan ekirdewe û boy eşordewe, le xurênî eyxiward, êcgar beme leşî ewendey tir wekû gwêzî azay lê hatbû.

şahoy birayşî zorî ḧez ekird beyanyan zû xeberî bibêtewe û wekû heło dest bika be cîmlask û lepaşa daykî beşî ewîş tirê bida. hemû şewê le heło epařayewe ke beyanyan zû xeberî katewe, heło her bew minałîye nextê fêłbaz bû. xeberî ekirdewe pêkewe cîmlaskekeyan ekird, bełam ke ehate ser tirê xwardineke pêy ewt: gewce, şaho! to ebê carê cîmlaskêkî zor bikeyt ew wexte ebê tirê bixoyt. beyanyan leber ewe ke hîçit nexwarduwe xirape le pêşewe tirê bixoyt. min tirê ke exom toyş demî bo biteqêne bo ewe îştîhat saf bibêt. ca ke çend řojêk wat kird lepaşa îştîhat ekirêtewe û beşt edem.

şaho biřway pê kird. ewîş hemû řojê xêra zû heł’esta legeł hełoda destî ekird be cîmlask kirdin, ke lê ebûnewe, daykyan dû hêşuwetrêy edanê eyanbirde ser aweke, heło destî ekird be xwardinyan û şahoyş demî bo eteqan.

çend řojêk bem core řayanbiward, bełam şaho her wext bû swêy bibêtewe. herçend eyut be heło beşim bide, heło eyut hêşta mawte, îştîhat saf nebuwe.

şaho oqrey lê biřa, înca destî kird be qisewtin be heło, hełoyş hîç gwêy ne’edaye, her xerîkî tirê xwardinî xoy bû. le axra şaho, çû şikatî xiste ber bawkî, bawkîşî hełoy bang kird û pêy wit: kuřim! boçî beşî nadeyt? hełoyş witî: ay, ke min tirêyekem exward ewîş destî ekird be dem teqandin û be qise witin be min. qisekanî le batî beşe tirêyekey.

bawkî qaqa destî kird be pêkenîn û witî: ca řołe, dem teqandin û qisekirdin hîç cêy bołetrêyek egrêtewe ke bîxwat? toyş derdî dû biraket lê hatuwe ke małekeyan beş ekird.

şaho, bîstinî serguzeştî dû birakey gelê le tirêyeke pê xoştir bû, çuwe tenîşt bawkyewe û destî kirde milî û witî: tuxwa babe gyan. qisey dû birake çîye bom bigêřewe. bawkîşî witî: çît bo bigêřmewe řołe? ewîş her şitêke wekû emey êwe.

şaho le diłya bû be meraq û dîsan tikay le bawkî kirdewe ke boy bigêřêtewe, bawkî ke zanîy şaho zorî pê xoşe witî: řołe legeł hełoda danîşin ta botan bigêřmewe. şaho destî hełoy biray girt û le berdem bawkyana danîştin û bawkyan destî kird be gêřanewey serguzeşteke û witî:

***

girdalî û seferalî dû bira bûn. nexşalîy bawkyan mird, koşkêk û «dûbere»ye hengiwîn û dû beranyan be mîratî bo mayewe. girdalî beseryanewe texşan û pexşanî ekird, sefralîy hejarîş hîç.

axrî geyşte cergî witî: kake! ba małekeman beş keyn. girdalîş witî zor çake gyan kakey.

xot ezanî min her şitêk çak bê bo tom ewê. pêy nawê kesî bêgane le beynimana bêt. girdîl û wirdîl û berdîl xizmî xomanin, eyankeyn be demispî û le beynimana bin. seferalîş witî başe. komełî nawbijîkeryan kokirdewe û le řûy ewana destyan kird be mał beşkirdin.

girdalî witî: lepêşa bêyne ser koşkeke; ew koşke cwane leser zewîyewe ta serbaneke - ke hemûy penca gez nabê- bo min, le serbanekewe ta asman- ke penca hezar gez ebê- bo to.

dû beraneke - ke hîç tamêkyan têda nîye - bo min, şereqoçekeyan - ke zor xoşe - bo to, her seyryan bike û bitrîqêrewe!

dûbere hengiwîneke - ke ewendey - mistekołeyeke - bo min, şîrînîyekey - ke piř be dinyayeke - bo to û her demî bo biteqêne.

gyan kakey hîçî tirman nîye ta beşî keyn her emane bû, eger leber qisey xełkî nebwaye, min em tozeşim hełne’egirt, bełam qeydî nîye, ba hemû kesê bizanê ke min tom çende xoş ewê û çon be tengitewe dêm û beşe zoreket bo da’enêm.

xêra komełî nawbijîker lepêş eweda ke seferalî bête qise, moryan kird û wityan «be xwa beşî çake». bełam girdalî! to şitêkî tir mawe beşt nekirduwe ewîş qisekirdine, qisekirdinîş beş ken, girdalî witî: min diłî biray xom nagořmewe be hezar qise, herçî qise heye hemûy her bo ew min hîçim nawê. îtir seferalî em beşkirdiney êcgar pê xoş bû, xoy be şa ezanî.

girdalî gwastyewe naw koşkeke û le xêratî beranekanî exward û be demyewe wirde wirde destî kird be hengiwên xwardinî dûberekeş, îtir hîç qisey ne’ekird. seferalîş hemû řojê eçû le dûrewe temaşay serbanî koşkekey ta asman ekird û be şeřkirdinî beranekan geşke eygirt, ke girdalî hengiwênekey exward emîş demî bo eteqan.

maweyekî zor bem core mayewe, le axra leber ewe ke ewende be zikî birsî demî teqandibû, çawî biřîbuwe koşk û beranekan ne demî hêzî mabû ne çawî. girdalîş wa be şêneyî qaçî lê řakêşawe.

temaşay kird emane hîçyan pence hengiwên weya kerte xiştêkî koşkeke nahênin, înca destî kird be qisekirdin, ewendey qise kirdibû dinyay piř kirdibû. lem qisaney em, girdalî hîç gwêy ne’ezrîngayewe. komełî nawbijîkerîş her pêyan ewt: ḧeqî xote heta etwanî qise bike!

***

înca bawkî şaho witî: řołe gyan, şaho! eme bû qisey dû birake. şaho fire jîr bû witî: tuxwa babe gyan seferalî lew hemû qise ke eykird hîçî bo sewz ebû? bawkîşî witî řołe çîy bo sewz bibêt? qise çîye û qisey řût be kełkî çî dêt? şaho tozê řama û lepaşa witî: tuxwa çawit lêye babe gyan, hełoy biram řast eyewê bezmekey girdalî û seferalî bigêřêt. ewa fêr bûm îtir nayełim wam legeł bikat, beşe tirêkey xom hemû řojê le daykimî wer’egirim.

şaho her bew minałîye nimûney bilîmetîy derkewtibû, qaqa destî kird be pêkenîn û emlaw’ewlay bawkî maç kird û witî: babe gyan lem qiseye ke bot gêřamewe zor şitim wergirt. to boçî wa dûr eřoyt, newek beynî min û hełoy biram bełkû êsta hemû ’alem way lê hatuwe; hendêkyan wekû girdalî le xêratî em dinyaye exon û qisekirdinêkî zor û zebenîşyan dawe be hendêkî tir. betaybetî em bas û meseleye lem qewmî ême ke qewmî kurde řûy dawe, hendê kes xêratekeman exon û keçî êmeyan be şitêkî tirewe xerîk kirduwe.

bełê babe gyan semerekey girdalî û seferalî serî le ême dawe; hendêk be xêrubêr xwardinewe xerîkin, hendêkî keş- ke êmeyn betaybetî- be qise û be dem teqandinewe xerîkîn, bełam daxekem babe gyan hezar fatîḧe pûlêk nahênêt.