boçî neçûyn bo kwêstan?

From the Book:
Hemîşe Behar
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 10 minutes  830 views

bîrî minałî tîje, taze pêm girtibû, newełła çwar pênc sałan ebûm, xot eyzanî ême dewarinşîn bûyn. hêşta gelêkî mabû bo ewe biçîn bo kwêstan, zistane hewarekeşman naxoş nebû. sałan le nakaw marfî semîn mał û pyawî xêłekey edaye ber û řuwew hewar pêy pêwe ena, jin û minał û emaneş ajełekeyan edaye pêş û be şwênyana eçûn.

ew sałe hêşta dû sê mangî mabû bo wadey barkirdin, ewendem zanî kutupiř marf kewte xêłeke û małewmał pêyanewe geřa, witî:

wa her le êstawe pêtanî êjim, de řojî bimînê bo pêncey tar, lêrewe wirde wirde bar ekeyn, êmsał be řêy nawxiwana eřoyn ta egeyne kwêstan sê çwar behar exoyn. îtir êweş tiřutfaqî xotan zû bezû cêbecê ken, paşecar neyêjin mare pirs we kes naka û ême we hîç nazanê. ewa her le êstawe pêtan êjim, ba bikewne xotan. daykim be řeḧmet bê eygêřayewe, eyut: řołe! fire xas bû, caran zor bebê tifaqî eçûyn, agaman le hîç nebû, le nakaw eykirde serman bar ken, leber şipirzeyî gelê şitman be cê ema.

ew sałe heta biłêyt sałî çak bû, tenanet hewarge zistanekeşman bûbû be kwêstanî şaqeła. îtir hemû xêłeke le xoşîya lewane bûn bał bigirnewe. sałî wa xoş, le pêşewe xeberî barkirdinyan dirawetê, małat ta egate binarî bane hîç nebê sê çwar behar exwa. xot eyzanî eme bo meřdar û şwankare çi xêrubêrêke?... biřwam pê bike şewçerey ew zistane le xêłekey êmeda her bûbû bem qisane, îmsał be şêneyî eçîn bo kwêstan, hîçman lê be cê namênê, ca were meřumałat sê çwar behar bixo û dest mehêne be xota.

lejêr dewarekey êmeda danîştibûyn, demew řojawa bû, nim nimey baranîş ebarî, le beynî kaje hewrekanewe giznigî hetaweke eyda le baraneke edrewşayewe. mecolî xame kirdî be jûra. daykim ser be derewe bû le řîzî pyawana bû, lêy pirsî: erê mecol! şepey kuřit geyştuwete kwê? witî:

xanim qisey lêwe meke, le qulefîske bûgesewe û tengî we tewet hełçinîge. weser ew taqe kuřet ke çûyne kwêstan melayekî tirîşî bo egirim, xêra le mirîşkeřeşeşî derka. îmsał sałekey sał nîye, ezanî feř û bereket çîy kirdige? xo êcgar ke pêşyan witgîn bikewne xotan sê çwar behar exon, we qewrekey metḧet le xoşîyana sê şewe xew weçawim neçûge.

em barkirdiney ême û sê çwar behar xwardineman le hemû xêłekanî dirawsêmana dengî dawetewe; ha, xêłî metḧet îmsał çakyan bo hatuwe, her le pêşewe pêyan witûn kwêstanî şarezûrLocation û şilêr û nawxiwan û şaqeła exon.

***

zistan hate kizî, serma wirde wirde řewîyewe, kewtîne deme û behar, zorî nemabû bo newroz û wadey barkirdin, xêł hemû wekû telî temûre xoy saz kirduwe, her çaweřwanî sibey dûsbeye û bar ka, marfîş her leser qisey xoyetî: hîçtan lê be cê nemênê, îmsał be hewesî xotan, kam la diłtan eygirê lêy danîşin.

be xwa wext nizîk buwewe, ha îmřo bar keyn, ha sibeynê. sałan ke le kwêstan egeřaynewe, her małe bo xoy sûke tifaqêkî exist bo ajełekey, sa eger řojê baranê, befrê, şitêk bwaye û małat derneçuwaye, ya çend řojê paş kewtinaye eyandaye. ew sałe eweş nekira, çunke eyanut ême ke le pêşewe bar keyn û sê çwar behar bixoyn, îtir em ’ezyete boç bikêşîn.

ew êwarey ke bo beyanî bar keyn hemû małê şiř û şatałî xoy şetek da, her le êstewe xurmaşyan kiřîbû bo kwêstan, çunke hemû sałê her małe hendê xurmay ekřî, le kwêstan xurma nextê xoşewîst bû, lewê eyanda be goranekan, xwêyan bo ehênan. xurmakanyan kirdibuwe hořewe û darkutyan kirdibû, serekanyan dûrîbû, leber ewe ke leser koç bûn, her wa lew deşte dayannabû ke beyanî hat xêra bîxene ser piştî gakan û têyan xuřn.

kewte şewê, marf zelamêkî xiste naw xêłekewe, beyanî kes bar neka.

a eme çî bû?

daykim û sê çwar dem sipî bew şewe çûne lay marf. kuře marf!

ewe to ełêy çî? wa xêł hemû xoy saz kirduwe û çaweřêy beyane bar ka.

- qeynaka ba dû sê řojî tir bimênnewe, xo hêşta sał zuwe.

- kuře marf, netkirdibê ketnî wa bigêřî. eme sê mange to hawar ekeyt û em ḧeşamatet xistuwete hełpeřkê; hey îmsał sê çwar behar exon, hey êsmał xêrubêrtan wa ebê. êste eme çîye?

- qeynaka êsteş wext zuwe, her eygenê.

hîç, her wa geřanewe. beyanî hemû destew’ejno danîştin. şewî dwayî kirdye řehêłe û baranêk ewserî dyar nebêtewe. xurmakan her lew deşte bûn, hemûy beser yeka tilîsanewe.

çar nebû, her bew core xêłeke dû sê řojî tir manewe. marf hîç dengî nebû, daykim û pyawekan çûnewe bo lay. kuře marf êste ełêy çî? wa le ser qisekey to dû sê řojeş be ser çû. dîsan witî: qeynaka ba dû sê řojî keş bimênnewe.

- kuře xwam kird be gijta, em ketne çî bû gêřat? hîç kełkî nebû, geřanewe. bo negbetî kirdî be tofêk małe û mał ne’ekira. xo hîç tifaqêkîş nîye bidrê be małat, ajał hemû qiřî kird.

***

serit neyeşênim be dû sê řoj, dû sê řoj tirî marf, katê xeberman buwewe kwêstanman lê gîra, taze řê nema. hemû meř û małatman leber bê leweřî qiřî kird û kewtîne ser sacî ’elî!. herwa le bîrme daykim çawî be mecol kewtewe, witî: ha, mecol şepe geyştuwete kwê? witî:

«xanim! qulefîske û milefîskey gişt le fikir çûgesewe. sał be sał xozge be par, emeş ketnî marf».

minîş ew wexte minał bûm, xot ezanî kurdayetî her hoşî be lay keşk û sîrêjeweye. řojêkyan witim: daye keşk exom. witî: keşkit le kwê bo bênim. marf gyan hêştî îmsał keşkiman bibêt? witim marf boçî? witî neyhêşt biçîn bo kwêstan. witim boçî neyhêşt?. witî: heyhû, to zor leser şit eřoy bawanit şêwê, çepokêkî małî be serma, destim kird be giryan, îtir her nembiřîyewe.

kutupiř lale řemem kirdî be jûra. witî ewe ew kuře bo egrî? daykim witî: çuzanim, serexore daway keşkim lê eka. minîş witim keşkit le kwê bo bênim? boçî marf hêştî îmsał keşkiman bibêt! êste ełê ewe boçî neyhêşt? temaşa ke, to ełêy sereqlyanêkît karit çîye beser em qisanewe!!.

laleyşim witî, beřast ewe fate îmsał marf ew ketney bo gîřa? erê fate, beřast to lêt nepirsî? ewîş witî: berê wełła, bełam leber nûzenûzî em serexore boç pyaw etwanê qise bika?

îtir lalem pelî girtim û xistimye koşî xoyewe û witî, megrî gyan laley, jîrî kirdimewe, înca daykim destî kird be qisekirdin boy û minîş wa gwêm dawetê. witî: marf witî: ewî řastî bê xanim her gelê lepêş wadeda ḧacî qadrî řoẍzayî nardî be şwênma. lem xêłeda minî le hemû kes xoştir ewê. ke çûm lejêr dewarekey xoyana, le gwê agirdaneke danîştibû, qennekey be destewe bû, hêşta daynegîranbû. minîş pelamarî meqaşekem da û kełepşikoyekim hełgirt û xistime ser qenneke boy. dû sê nefesî lê da û witî, be xwa marf her to ezanî em qenney mine pişkoy çonî ewê. ke to lêre nebî min lezet le qenne nabînim. nextêkî tirî pê çû înca witî marf biço cař bide be xêłekeda her le pêşewe xoyan řêk xen, îmsał zû eçin bo kwêstan.

xoyşit ezanî ḧacî qadir ciłewî hemû xêłekanî be desteweye û pûşaney hemûyan wer’egrê. kesman natwanîn qise le qiseya bikeyn, heta dwacarî ewe bû řostemî bekir û homerî weyse û ’usey xece û xiley şerîfî narde ewê.

witim ca eme çîy têdaye bo ew? xo em xêłane hemû ebê pûşaney xoyan her bew biden, îtir řostem bê û min bim, to bît, ew pûşaney xoy her wer’egrê.

pêy witim xanim dûr wê le to netzanîge, řaste hemû ew pûşaneye edeyn, bełam ewe bû sałan be degmen hîy wa hebû ke biłê: ḧacî îmsał tozê sałekey bêfeře, nextê le pûşaneket kem kewe. weya hî wa hebû biłêt: ’erz ’erzî xwaye, ême em pûşaneye boçî bideyn?. îmsał ba ew qiseye nebê û destikewtîş gelê le sałan zyatir bê, îtir meřumałatî to efewtê ya nafewtê ew bays nîye.

witim ca ewe çon ebê? witî êjim xanim netzanîge biřwam pê nakey. ewe bû hemû xêłeke sergermî barkirdin û sê çwar behar xwardin bûn, gwêt le qisekey mecol nebû lejêr dewarekey xotana, çon melay tirî řa’egirt bo şepey kuřî.

le nakaw ḧacî nardî be şwên řostem û ewana, pêy witin wa çawtan lêye xêłeke hemû leser barkirdine. dyare êweş her legeł ewan ebin, bełam êsta min emewê her tenha êwe binêrim bo kwêstan. min etannêrim, min. êweş ebê pûşaney sałî par û her sere meřêkîş nîw hoqe řonim bo bênin- emem bo ḧecî îmsał ewê, minałekan zemawenyan kird, pareyan be destewe nehêştim- çełemeşkênîyekeş bikeynewe. ke êwem nard û geyştine ewê, îtir řê lewan egîrê û hemûy bo xotan emênêtewe.

ewanîş wityan başe, çunke çawyan lê bû ke xêł çon leser barkirdine. be tewawî boyan saẍ buwewe ke ḧacî eyannêrê, leber’ewe, ew herçyê biłê eman amaden. carê xoyan kwêstanêkî mişe exon, parey kifin des kewê ba mirdû gořbegoř bê. hîç zyanêkî bo xoyan têda nîye, ḧacîş qiřey sałanî nabête řîşewe û zyatrîşî dest ekewê, bebê hera çełemeşkênîyekeş ebatewe.

gwêm lê bû lalem witî: be selametî ḧacî bacî daye ḧemecafir, ewa êste tê geyştim.

eme bîrî minałî bû, îşekey îmsałîşman dyare her wa buwe.