be kurdî nawî mangekan

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  1678 views
«nîsan» bekurdî «şestebaran»e
nawî «mays»yiş «bextebaran»e
«ḧuzeyran» nawî, «baran biřan»e
***
nawî «temmuz»man dana «xermanan»
«aẍsitos», «giře» germay firawan
«eylûl», «gelawêj» fênkî beyan
***
nawî «tişrîn ewel», «miştaxan»
«tişrînî duhem», «pełe» werd kêłan
nawî «kanûnî yek», gełařêzan
***
nawî «kanûnî dûhem», «řêbendan»e
«şubat», «řeşemê» nawêkî cwane
mangî «marit», «tare» axrî zistan
***
zor tika ekem le xwêndewaran
le xawen bîr û tîpî zanayan
lem nawane ger çatir ezanin
bîłên be şertê baş bê lay hemuwan
le cêgay eman, ew pesend bikirê
ewe nawî bê, ta axir zeman
nek min be corê, ewî tir corê
nawyan bo danêyn be keyfî xoman