bo dostêkî qedîmî

bo miteseřîf «mistefa qeredaẍî»
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  427 views
berim bo kê sikałay dił le des to
meger her bîbeme lay dilberî xom
biłêm îtir besî bê, bê wefayî
biłê carê le kwêye kemterî xom
felek xistûmîye çałêkî wawe
ke des nadate destim řehberî xom
ełêy daym le dûm hełhatuwe řoj
le pê kewtim, negeyme sêberî xom
leber taney em û ew nadyarim
wekû exger leber xaksiterî xom
nyazî min le êwe yek nîgahe
ke bełku zû bikem, çareserî xom
lizûm naka be şerḧ û bestî eḧwał
ke řemzê kafîye bo dawerî xom
eger lutifit le ḧeq min herweha bê
ebê lem şare min derkem serî xom