le sitayşî miteseřîfî suleymanî «eḧmed begî tofîq beg»

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 3 minutes  587 views
şewê le małewe danîştibûm be ḧeyranî
le çerx û exter efkirîm û wez’î yezdanî
şewêkî piř le sirûr û şewêkî piř bereket
şewêkî piř le zya û şewêkî nûranî
şewê bû, mangeşewêkî ’eceb tirîfe tirîf
dû sed beyan û demî subiḧ ekem be qurbanî
gehê xeyałî wîsałî cemalî yarim ekird
gehê umêdî emem bû, ke bê be mîwanî
le piř nîgay weten, mîslî xor tiłû’î kird
le pałî perçemî lada le subḧî pîşanî
behayî mułkî yemen, le’lî lêwî can bexşî
xerabî çîn û xûten, zułfî ’enber efşanî
serê nebû ke nebê piř xumarî saẍrî ew
diłê nebû ke nebê mestî çawî fettanî
hezar řostemî dastan, zebûnî tuřřeyî ew
hezar bêjen, esîrî çehî zenexdanî
nefes be axewe, xwênawî tîẍî nazî biroy
ciger bedaxewe, kujrawî tîrî mujganî
ke hat be nazewe, fermûy xerîkî çît «nûrîPen name»?
sebeb çîye ke le min mudetêke penhanî?
be ah û nałewe pêm wit: ewende aşfitem
mîsalî perçemî êwem leber perêşanî
dûbare hate qise, muşfîqane pêy fermûm
meger firaz û nişîbî zemane nazanî?
gehê le esfelî sufla ebê benî adem
gehê le ’alemî bałaye, şexsî însanî
yekê xumarî mey û bezmî ’îzet û îqbal
yekê zebûnî ẍemî zîllete û perêşanî
be xoşî û ẍemî em asyabe tefre mexo
ke herweha buwe ewza’ û çerx û dewranî
qełem bedestewe bigre, binûse medḧî kesê
ke fewqî gunbedî kêwane, setḧî eywanî
xecsitefeř, miteseřřîf, cenabî «eḧmed begPerson»
ke keḧlî dîdeyî ’îrfane, gerdî damanî
le feyzî hîmetî ew zate, hênde muntezeme
mîsalî londereye merkezî silêmanîLocation
hezar «kîsraenewşîrwan, padşay bedadî binemałey sasanî» û «cemcemşîdî cem», mestî bezmî me’deletî
hezar «me’enmi’in bin za’de alşîbanî» û «ḧetemḧatemî ta’î » řîzexwarî serxiwanî
eger mesa’îy mî’marî ew nedebû
wiłatî ême hemû, řûy ekirde wêranî
zemîn hetakû bimênê qerar û aramî
felek hetaku bimênê geřan û sûřanî
le cem’î meymeneta bê, bebê xisûf û kisûf
mehî tecellî û xurşîde, şewket û şanî